Li Stenbolê ji bo jinên girtî qert hatin şandin

  • 15:38 3 Adar 2020
  • Rojane
STENBOL- Şaxa ÎHD'a Stenbolê û hevkarên TJA'yê yên Stenbolê û Meclîsa Jinê ya HDP'ê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê ji jinên girtîgehê re qert şandin. 
 
Şaxa ÎHD'a Stenbolê û hevkarên TJA'yê yên Stenbolê û Meclîsa Jinê ya HDP'ê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê li PTT'ya Taksîmê ji jinên girtîgehê re qert şandin. Berî ku qert bên şandin Seroka Şaxê ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî daxuyanî da. Gulserenê got:" Ji bo piştevaniya jinê em ê qertan ji jinên girtî re bişînin. 8'ê Adarê roja têkoşîna jinê ye. Di vê rojê de piştevanî ji bo me xwedî taybetmendiyek jiyanî ye." Piştî axaftinê qert hatin şandin. 
 
Jinên TJA û HDP'ê qert şandin
 
Her wiha Meclîsa Jinê ya HDP'ê û TJA'yê bi boneya 8'ê Adarê li Şaxa PTT'ê ya Îstikbalê û ya Kadikoyê ji jinên girtîre qertên piştevaniyê şandin. Aktivîsta TJA'yê Beser Çelîk li ber Şaxa PTT'ê ya Îstikbalê axivî û wiha got:"Jinên girtî dibe ku weke beden ne li gel me bin lê ew bi rihê xwe bi me re ne. Em 8'ê Adarê li wan pîroz dikin."
 
Piştî şandina kartan dirûşmên "Bijî piştevaniya jinê","Jin jiyan azadî" hatin berzkirin. Piştre qert hatin şandin.