Mamosteyên Hesekê xwestin agahî ji Abdullah Ocalan bê girtin

  • 15:05 3 Adar 2020
  • Rojane
HESEKÊ - Di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê de, Mamosteyên bajarê Hesekê daketin qadan û daxwaza naskirina rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kirin.
 
Di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê de, Mamosteyên bajarê Hesekê meşek girseyî li dar xistin û daxawaza agahiyek li ser tenduristiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kirin. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Hevrîn Xelef û pankartê bi nivîsa "Têkoşîna me azadî ye, berxwedana me serkeftin e" hatin hildan. Meş li ber Rêveberiya Dibistanan a bajarê Hesekê dest pê kir û heta kolanên Til Hecer  ên li ber konê çalakiyan daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Rêveberiya Dibistana Kantona Hesekê Jînda Ehmê ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de îro em daketin qadan da ku em agahiyekê ji rewşa Rêber Apo bigirin, ji ber ku Rêber Apo derfet û şansek mezin da jinan heta ku îro gihîştine vê astê. Yê ku roja me ronî kir fikir û felsefeya Rêber Apo ye, ji bo wê jî em ê her li daqan bin. Heta em agahiyekê ji Rêber Apo bigirin em ê têkoşîna xwe bidomînin.
 
Şewata ku li Imralîyê pêk hat dewama komploya navneteweyî ye. Em vê bûyerê şermezar dikin. Bêdengiya dewletên navneteweyî nerazîbûna wan nîşan dide. Lê em ê asta têkoşîn û berxwedana xwe bilindtir bikin û Rêberê xwe azad bikin."
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.