Li Erdîşê jinên hatin gel hev: Em ê li dijî tecrîdê li qadan bin

  • 14:51 3 Adar 2020
  • Rojane
WAN - Li Erdîşê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de TJA'yê bi tevlibûna gelek jinan şahî li dar xist. Di şahiyê de parlamentera HDP'ê Feleknas Uca axivî û got, " Ji bo jiyaneke azad û rakirina tecrîdê em ê di 8'ê Adarê de li qadan bin."
 
Li navçeya Wanê ya Erdîşê Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de şahî li dar xist. Şahî bi dirûşma "Em di azadiyê de bi israr di têkoşînê de bi biryar in" li saloneke dawetê hat lidarxiswtin. Li salonê  pankarta bi nivîsa "Em berxwedanê bi rêxistin dikin û ber bi azadiyê ve diçin" ya bi kurdî û tirkî hatibû nivîsandin hat daliqnadin û salon bi rengê kes, sor, zer û mor hat xemilandin.
 
 Li salonê jinên ku bi cil û bergên xwe yên kurdî tevli şahiyê bûn dirûşmên "Jin jiyan azadî" berz kirin.  Herwiha parlamenterên HDP'ê Feleknas Uca û Muazez Orahan, Hevşaredara Erdîşê ya berê Dîba Keskîn û gelek jin tevli şahiyê bûn.
 
Şahî bi rêzgirtinê hat destpêkirin û di serî de hevseroka navçeya Erdîşê ya HDP'ê Sariye Bîlîcî axivî. Sariyayê ji ber tevlibûnê jin pîroz kirin û soza berdewamiya têkoşînê ji jinan re da."
 
'Bi îktîdara AKP'ê re êrîşên li dijî jinê zêde bûn'
 
Piştî Sariyayê parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Uca axivî .Feleknasê bal kişand ser girîngiya 8'ê Adarê ji bo tevgera azadiyê ya jinên kurd û wiah got: "Têkoşîna Azadiyê bi Sakîne dest pê kir û bi Arîn Mîrkan, li Rojava û tevahiya Kurdistanê olan da.  Ji ber vê tundiya li dijî jinê her ku diçe zêde dibe .Di serdema AKP'ê de destê jinan hat kelepçekirin û jin hatin qetilkirin. Ji ber ku îqtîdar jinên azad naxwaze. Di herdu serdemên ku êrîşî şaredariyan kirin di serî de stargehên jinan girtin. Pîvana azadiyê bi birêz Abdullah Ocalan re mezin bû. Lê îro bi tecrîdê asteng dikin. Gotin li Îmraliyê şewat derketiye û bi daxuyaniyên ji rêzê dixwazin ser bûyerê bigirin. Lê ev daxuyanî têrê nakirin. Tundiy li ser jinê bi tecrîda li Îmraliyê re girêdayî ye."
 
'Ez rêhevalên xwe yên girtî silav dikim'
 
Piştî Feleknsê hevşaredara berê ya Erdîşê Dîba Keskîn axivî û  got: "Ez hevşaredara girtî ya Erdîşê Yildiz Çetîn û Hevşaredara Colemêrgê Dîlek Hatîmoglu silav dikim .Wê jin li hemû qadan têkoşîna xwe berdewam bikin."
 
Piştî axaftinan peyama Hevşaredara girtî ya Erdîşê Yildiz Çetîn ku ji girtîgehê şandibû hat xwendin.
 
Şahî bi stranên hunermend Ayfer Duzdaş û bi govendê bi dawî bû.