'Berxwedana jinan çandeke dîrokî ye'
- 14:41 3 Adar 2020
- Rojane
HESEKÊ - Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê, îro Meclisa Kongreya Star li Çiyayê Kizwanan semînerek da.
Li seranserî cîhanê û taybet herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Roja Jinê ya Cîhanê bi çalakiyên cur bi cur tê pêşwazîkirin. Kongreya Star jî li bajaroka Xera ya girêdayî Çiyayê Kizwanan semînerek ji endam û rêveberên Meclisa bajarok, Kongreya Star, HPC-JIN, şaredarî, komîn û şêniyan re, li hola civînan a Meclisê, bi dirûşma"Têkoşîna me azadî ye, berxwedana me serkeftin e" semînerek da.
'8'ê Adarê roja têkoşîna jinan a li hember DAIŞ û dewleta tirk a dagirker e'
Piştî deqeyek rêzgirtin Endama Meclisa Kongreya Star Elya Oglo roja 8'ê Adarê wiha nirxand: "8'ê Adarê roja têkoşîna li hember hişmendiya desthilatdar yên ku dixwazin îradeya jinan têk bibin e. Mînaka wê ya ber bi çav berxwedan û têkoşîna jinan a li hember rêxistinên terorîst yên wekî Cebhet El-Nusra, DAIŞ û îro dewleta tirk a dagirker e. Ne tenê 8' Adarê her roj ji bo jinan 8ê Adarê ye."
'Berxwedana jinan çandeke dîrokî ye'
Elyayê wiha dom kir: "Berxwedana jinan çandeke dîrokî ye ku tu kes nikare wê veşêre û paşguh bike. Pergal û sîstemên desthilatdar dixwazin ku şîdetê li ser jinan ferz bikin û jin jî vê yekê qebûl bikin, lê jin li hember şîdetê bêdeng namîne û li hember wê jî asta têkoşîna xwe bilind dike. Em bi hev re li dijî dagirkeran têkoşin û yekîtiya xwe ava bikin."
Semîner bi dirûşma "Jin Jiyan Azad" bi dawî bû.