Platforma Jinan a Rihayê ji girtiyên jin re kart şand
- 12:35 3 Adar 2020
- Rojane
RIHA - Di çarçoveya xebatên 8'ê Adarê de Platforma Jinan a Rihayê ji girtiyên jin re kart şand.
Di roja 3’yem a çalakiyên 8’ê Adarê de ji girtiyên jin re bi armanca pîrozkirina 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê kart hatin şandin. Çalakiya ji aliyê Platforma Jinan a Rihayê ve hat amadekirin li Egîtîm Senê pêk hat. Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu, Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aşitiyê û endamên Egîtîm Senê beşdarî çalakiyê bûn.
Ji bo hemû jinên di girtigîhê de ne kartên bi wêneyan hatine neqişandin hatin amadekirin û şandin. Li ser kartan wêneyên jinan temsîl dikin hebûn.