Nehişt endamên Meclîsa Şaredariyê tevlî civînê bin
- 12:13 3 Adar 2020
- Rojane
ŞIRNEX - Polîsan tevlîbûna civîna mehane ya şaredariyan a endamên Meclîsa Şaredariyê ya Cizîr û Hezexê asteng kir.
Piştî ku qeyûm tayînî şaredariya Cizir û Hezexê ya Şirnexê kirin û îro jî polîsan nehiştin endamên Meclîsa Şaredariyê yên Cizir û Hezexê tevlî civîna mehane ya şaredariyê bibin.
Endamên Meclîsa Şaredariya Cizîrê ku xwestin bikevin şaredariyê, rastî astengiya polîsan hatin. Polîsan anîn ziman ku li gorî teblîqata hatî tevdigerin û nehiştin endamên meclîsê tevlî civînê bibin. Her wiha heman nêzîkatî li navçeya Hezexê jî li hemberî endamên Meclîsa Şaredariyê hat nîşandan û nehiştin endamên meclîsê tevlî civînê bibin.