Dêrsim Dag: Ji bo jiyanê me berê xwe da mirinê

  • 12:02 3 Adar 2020
  • Rojane
Rengîn Azîzoglu
 
AMED - Parlamentera HDP'ê Dêrsim Dag ku li dijî tecrîdê tevlî greva birçibûnê bibû wiha got: "Rêhevalên me ji bo jiyanê berê xwe dabûn mirinê. Mirov nikare bi peyvan bîne ziman divê mirov pêvajoyê bijî."
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven di 8'ê mijdar sala 2018'an li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kir, piştre jî bi tevahî 3 hezar û 500 girtiyan li girtîgehan dest bi grevê kirin. Her wiha di 3'yê adarê de jî parlamenterên HDP'ê Dêrsim Dag, Tayîp Temel û Murat Sarisaç li avahiya HDP'ê ya bajêr a Amedê dest bi grevê kirin. Herî dawiyê jî 30 girtiyan jî greva xwe ya birçibûnê veguherandin rojiya mirinê. 
 
Li dijî tecrîde di 20 sibatê de Ugur Şakar agir berda bedena xwe û dawî li jiyana xwe anî. Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Zehra Saglam, Medya Çinar, Yonca Akici, Siraç Yuksek û Mahsum Pamay bi çalakiyekê dawî li jiyana xwe anîn. Bi çalakiyan hevdîtin pêk hat û bi peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re çalakî hatin bidawîkirin. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dêrsim Dag ji ajansa me re behsa pêvajoya greva birçîbûnê û tecrîdê kir. 
 
'Gel serî rakir'
 
Dêrsim, di destpêka axaftina xwe de bal kişand destpêka greva birçibûnê ya Leyla Guven û wiha got: "Bi grevên birçîbûnê berxwedanek pêk hat. Gelê Kurd li her qadê rabûn ser hildanê. Li hemberî tecrîd û polîtîkayên dewletê ya li dijî Gelê Kurd serhildanek pêk hat. Bi çalakiyê bêdeniya gel şikest. Bi çalakiya Leyla Guven gel daketin qadan li qadan berxwedanek dest pê kir. Gel di vê demê xwe xwedî li birêz Abdullah Ocalan derketin. Di vê pêvajoyê de li girtîgehan jî berxwedanek pêk hat û 8 hevalên me çalakiya fedaî pêk anîn. Pêvajoya grevên birçîbûnê 200 rojî dom kir, çalakiyên fedaî pêk hatin, Dayikên Lacikspî li qadan piştgirî dan grevê, li gelek deverên cîhanê jî çalakiyên cûr bi cûr hatin lidarxistin."
 
'Ji bo jiyanê berê xwe dan mirinê' 
 
Dêrsim, destnîşan kir piştî destpêkirina grevê parlamenter jî der barê tecrîdê ketin nava hewldanan û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em wekî parlamenterên HDP'ê li ser tecrîd, bandora tecrîdê û polîtîkayên tecrîdê rawestiyan. Kuştina jinê, dûrxistina ciwanan a ji civakê, taciz, tecawiz bi hev re tê meşandin ev tişt jî girêdayî tecrîdê ye. Rêhevalên me yên li girtîgehan ber bi mirinê ve diçûn, gelê me li dijî polîtîkayên tecrîdê li ber xwe didan. Me jî xwest em tevlî pêvajoyê bibin û me biryara greva birçîbûnê da. Me bi 5 kesan dest bi greva bêdem û bêdorveger kir. Mirov nikarine bi peyvan bîne ziman vê pêvajoyê. Divê mirov bijî. Ji bo jiyanê, berê xwe dabûn mirinê. Çalakî piştî hevdîtina 2'yem bi peyama Abdullah Ocalan hat bidawî kirin. Peyama birêz Abdullah Ocalan ji bo Rojhilata Navîn bû bêhnek."
 
'Tecrîd wekî polîtîka tê meşandin'
 
Dêrsim, di axaftina xwe de bal kişand ser peyama Abdullah Ocalan û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Abdullah Ocalan di peyama xwe de gotibû 'Di nava 30 û 40 rojî de dê samîmiyeta hikûmetê derkeve holê'. Di pêyamê 'Ez ji aştiyê re amade me, heke derfet bê dayîn ez ê di nava hefteyêkî de pirsgirêkan çareser bikim' de gotibû. Sekn û helwesta hikûmetê nîşan da ku polîtîkaya tecrîdê dê bidome. Grevên biçibûnê bi her avahî li ser hikûmetê bi bandor bû. Li hemberî berxwedaneke mezin gavek paşde avêtin. Piştî berxwedan û hevdîtinê, hikûmet carek din polîtîkayên xwe yên qirêj domand. Li hemberî vîna gel hikûmet dîsa polîtîkayên tunehesibandinê li pêş xist. Qayûm tayînê her sê şaredariyên mezin kirin, ev tişt tê wateya li hemberî daxwaza birêz Abdullah Ocalan pêşxistina pergala şer bû. Bi qeyûman dest danîn ser vîna gel. Bi polîtîkayên xwe li welat û Rojhilata Navîn şer kûr kirin. Lê em ê wekî her car li dijî polîkayên şer ên taybet têkoşîna xwe ya azadiyê bidomînin."
 
'Polîtîkayên dijminatiyê tên birêvebirin'
 
Dêrsim, diyar kir ku hikûmet di polîtîkayên xwe yên derve de jî li hemberî kurdan dijminatiyê dike û wiha bi lêv kir: "Serokkomar di daxuyaniya xwe ya derbarê Idlibê de got 'Li vir 50 û 60 hezar kurd hene'. Ev tişt tê vateya şerê li hemberî kurdan. Polîtîkaya ku li hemberî kurdan tê meşandin tê wateya têkçûna Tirkiyeyê. Hikûmet Rojava wekî xetere dibîne û ji ber vê jî li hemberî tevahiya Sûriyeyê êrîş pêk tîne. Li hemberî polîtîkayan dê berxwedan li pêş bikeve. Tecrîd ne tenê li Tirkiyeyê li tevahiya Rojhilata Navîn tê meşandin. Lê belê gelên Rojhilata Navîn dê têkoşîna xwe bidomîne û tecrîd dê bişke û faşîzm jî dê têk biçe."
 
'Divê agahiyên zelal ji raya giştî re bên ragihandin'
 
Şewata ku li girava Îmraliyê derketî bû mijara nirxandina Dêrsimê û wiha axivî: "Şewata li Îmraliyê derket mirova dixe nava fikaran. Gelê kurd ji bo birêz Abdullah Ocalan dibêje rêber, mifteya aştiya Rojhilata Navîn jî di destê birêz Abdullah Ocalan de ye. Risk û bûyerên bi vî rengî jî mirovan dixe nava fikaran. Divê demildest parêzêren birêz Abdullah Ocalan biçin Îmraliyê û hevdîtinê pêk bînin. Partiya me û saziyên sivîn ên civakê derbarê mijarê de daxuyanî dan û daxwazên xwe yên hevdîtina parêzeran a bi Abdullah Ocalan re anîn ziman. Lê mixabin heta niha tu daxuyanî ji hêla rayedarên Tirkiyeyê ve nehat dayîn. Ev bûyer ne bûyereke ji rêze ye. Birêz Abdullah Ocalan ji bo gelên li Tirkiye û Rojhilata Navîn girîng e. Heta îro jî derbarê serlêdana parêzer û malbatan de bersivek nehatiye dayîn. Divê agahiyên derbarê şewatê de bi zelalî ji raya giştî re bê ragihandin."