‘Li Rihayê jinên rêxistinkirî hedef tên girtin’

  • 09:18 3 Adar 2020
  • Rojane
Berîtan Canozer
 
RIHA - Aktîvîsta TJA’yê Narîn Gezgor, têkoşîna jinan û cihê jinê ya civakî ya li Rihayê nirxand û got li Rihayê bi taybetî jinên xwedî hişmendî û rêxistinkirî hedef tên girtin û got: “Em bi reng, berxwedan, serhildan û tililiyên xwe li qadan bên cem hev.”
 
Aktîvîsta TJA’yê Narîn Gezgor xebatên 8’ê Adarê yên li Rihayê û polîtîkayên zextê yên li hember jinan nirxand. Narînê zanîn ku Riha di alî civakî û dîrokî de xwedî taybetiyeke polîtîk e û di alî têkoşîna jinan de jî bajarekî girîng e û got: “Li Rihayê di dîroka gelê Kurd de yekem car jina di rêveberiyên herêmî de cih girtiye. Riha têkoşîna xwe ya di dîrokê de, bi avabûna xwe ya kozmopolîtîk cihekî girîng digire. Ji ber vê jî bajarekî ku her tim rastî êrîşan hatiye û polîtîkayên fihuş, tecawiz û asîmîlasyonê lê pêk hatiye. Hewl hatiye dayîn ku muhafazkarî jî wek polîtîkayekê pêk bê û li ser gel ferz bikin.
 
‘Jin wek îrade nayê dîtin’
 
Narînê destnişan kir ku li Rihayê bi taybet jinên xwedî hişmendî û rêxistinkirî hedef tên girtin û got: “Ev ne tenê ji bo Rihayê, bêguman li seranserê welat wisa ye. Ji bo bajar an jî welatek ji bo jinan bibe cihê ku dikare jiyan lê hebe, rêxistin û têkoşîna li wî bajarî jî girîng e. Li Rihayê li hember nasnameya jinê êrîşên cidî tên jiyîn. Dema nasnameya Kurd bi nasnameya jinê re jî dibe yek, êrîş du kat dibin. Li bajar zîhniyetaserdest ya mêr a eşîrê û feodal serdeste. Jinên Rihayê hem di malbatê de hem jî li dijî êrîşên li hember nasnameya jina kurd têdikoşin.”
 
‘Karkeriya demsalî zêde ye’
 
Narînê her wiha balkişand ser dewlemendiya ereziyên herêmê û got tevî vê dewlemendiyê ji ber polîtîkayên çandiniyê, bajarê ku herî zêde diçin karkeriya demsalî û bi lêv kir ku herî zêde jî jin ji vê binpêkirin û koçberiyê bi bandor dibin.
 
‘Rêxistin, têkoşîn û azadbûn’
 
Narînê ev tişt daxuyand: “Di 17 salên dawî de bi hezaran jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Di 11 mehên dawî yê 2019’an de herî kêm 430 jin hatin qetilkirin. Ev kuştinên jinan bêguman girêdayê polîtîkayên bêceza hiştinê ye. Tevgera jinên Kurd îsal bi dirûşma ‘em berxwedanê rêxistin dikin, ber bi azadiyê ve dimeşin’ dikeve 8’ê Adarê. Yekane bersiva me ji bo polîtîkayan divê ev be ku em bi têkoşîn û rêxistinê bimeşin azadiyê. Em bang li hemû jinên Rihayê dikin ku tevlî bernameyên 8’ê Adarê bibin.”