'Bi têkoşîna hemû jinên cîhanê em ê 8'ê Adarê pîroz bikin'

  • 09:03 3 Adar 2020
  • Rojane
HESEKÊ - Bi boneya nêzîkbûna 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê re, jinên Hesekê amadekariyên xwe dikin. Jinên ciwan ên navenda Berfîn a  Hesekê gotin: "Em ê bi vîn û têkoşîna hemû jinên cîhanê 8'ê Adarê pîroz bikin."
 
Di pêvajoyên dîrokê de mafê jinê hatiye xwarin û hişmendiya baviksalarî jin di civakê de kiriye kole. Deshilatdar dizanin eger jin xwe pêş bixe wê li dijî siyaseta wan ya şaş û newekheviyên di navbera jinê û mêr de tê jiyîn bi dawî bibe. Loma zihniyeta baviksalar li dijî têkoşîna jinê derdikeve. Di sala 1857'an de jinên kedkar xwedî li mafê xwe derketin û çalakî pêk anîn. Di encama çalakiyê de, 129 jin di kargehê de hatin kuştin. Ji wê rojê de 8'ê Adarê weke Roja Jinên Cîhanê tê pîrozkirin. Bi nêzîkbûyîna 8'ê Adarê re hemû jin amadekariyên xwe dikin. Ji Rêveberên Navenda Jinên Ciwan a Berfîn a li Taxa Salihiyê ya bajarê Hesekê Mîdiya Dawûd û endama heman saziyê Katirîn Ebid- El Ezîz Ehmed di derbarê amadekariyên navenda wan ên ji bo 8’ê Adarê de nirxandin kirin.
 
'Em ê deng û rengê jinê bighînin hemû cîhanê'
 
Medyayê diyar kir ku ew amadekariya şahiyekê di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de dikin û wiha domand: "Em ê bi şahiyekê li navenda xwe roja jinê pîroz bikin. Bila dagirkeriya tirk nefikire ku bi êrîşên xwe ew ê îradeya me bişkîne, tu carî em dev ji çalakiyên xwe bernadin. Em dixwazin hemû jin bi ser bikevin. Jin bi îradeya xwe ya xurt dikare bigihêje armancên xwe. Divê jin tenê karê malê ji bo xwe bes nebîne. Jin xwedî hêz in û dikarin cihê xwe di her derê de bigirin. Hêviya min heye dê sala 2020’an hîn zêdetir çalakiyên jinan gerdûnî bibin û bigihin hemû devera ku jin lê dijîn. Ji bo ku tu jin xwe bi tenê hîs neke û neçarî pejirandina tundiya li ser tê meşandin neyê divê hemû jin bibin yek. Em jinên ciwan di navenda xwe de jî hêza jinê dibînin û pê bawer in ku em dikarin bi hev re bigihînin gelek encamên serkeftî."
 
'Em civakek demokratîk dixwazin'
 
Endama Navenda Jinên Ciwan a Berfîn Katirîn Ebid- el Ezîz Ehmed jî got: "Ev heyvek e em tevlî perwerdeya dirûtina cilan bûne, ji bo ku em alîkariya malbata xwe bikin û hem jî alîkariya welatê xwe bikin. Keda her jinekê di heman demê de xizmeteke ji bo serfiraziya welatê xwe ye jî. Bi kedê em jin şiyar dibin û digihînin hev. Ji bo wê jî ez van xebatên di biniya saziya me de tên kirin girîng dibînim. Em civakek demokratîk dixwazin. Niha cejna jinê nêzîk bûye em cilê şahiyê didirûn. Em ê jinên navendê hemû bi cilên gelêrî tevlî şahiyê bibin. Ji niha de em ketine nava kelecanê."
 
‘Heta jinek kole hebe em ne azad in’
 
Katirînî da zanîn ku êdî bi şoreşa Rojava re jin şiyar bûye û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Ez bi hêvî me hemû jin ew ê hewil bide bigihêje mafê xwe yê azadiyê. Divê êdî tu jin bindestiyê ji bo xwe nepejirîne. Bi şoreşa Rojava re em jin gihan merheleyek li pêş û nema vedigerin demên berê. Heta radeyekê êdî ferqa di navbera jin û mêr de rabûye. Em jî dikarin bixebitin, bipeyîvin û daxwazên xwe bînin ziman. Weke ku mêr çawa dikare kar bike jin jî dikare. Heta ku jinek kole hebe ez jî azad nabim, dixwazim hemû jin azad bibin."