Li Şirnex û navçeyên wê bernameyên 8’ê Adarê berdewam dikin

  • 17:02 2 Adar 2020
  • Rojane
 
 
ŞIRNEX / MÊRDÎN  - TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Şirnexê, di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinên Cihanê de li Şirnex û navçeyên wê bername li dar xistin.
   
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê, di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinên Cihanê de li Şirnex û navçeyên wê bername li dar xistin. Jinên ku li navenda Şirnexê hatin gel hev bi minasebeta 8’ê Adarê piştgriyê bidin jinên girtî yên siyasî kart nivîsandin û ji Postaxaneya navendê şandin.
 
Jinan piştî ku kart şandin li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê ji jinan re qerenfîl belav kirin.
 
Cizîr
 
Li Cizîrê jî  Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, Hevseroka HDP’ê ya navçeya Cizîrê Guler Tunç, Hevşaredara Cizîrê ku şûna wê qeyûm hat tayînkirin Berîvan Kutlu û gelek jin hatin gel hev. Jinan li vir jî Hala Fêkiyan ji jinên esnaf re qerenfîl belav kirin. Her wiha jinan, bang li hemû jiên esnaf kirin ku tevlî mitînga di 8’ê Adarê ya li navçeya Silopiyê bê lidarxistin bibin.     
 
Silopî
 
Li navçeya Silopiyê jî bi tevlîbûna Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr û gelek jinan esnaf hatin ziyaretkirin û qerenfîl li jinan hatin belavkirin. Di ziyareta ku pêk hat de jinan, 8’ê Adarê li jinên esnaf pîroz kirin û bang kirin ku di 8’ê Adarê de tevlî mitîngê bibin.
 
Piştî ziyareta esnafan jinan, malbatên jinên girtî ziyaret kirin.
 
Mêrdîn
 
Li Mêrdînê jî Meclisa Jinan a HDP'ê, li Qoser û li Dêrikê bi jinan re kom bûn û sobet kirin. Jinan piştre belavokên 8'ê Adarê li jinan belav kirin û ew vxwendin 8'ê Adarê. 
 
Hevdîtina jinan bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû. 
 
Çinar
 
Li navçeya Çinarê ya Amedê jî çalakiyên jinan ên 8'ê Adarê berdewam dikin. Li çinarê Navenda Jinê ya Jinwarê a Şardariyê bi jinên di dekstîlê de dixebitin yên navçeyê re civîya, li jinan şal belav kirin û jin vexwednin şahiya ku wê di 5'ê Adarê de bê lidarxistin.