TJA'yê bertek nîşanî tiştê anîn serê penaberan da

  • 14:27 2 Adar 2020
  • Rojane
AMED - TJA'yê derbarê penaberên ku piştî Tirkiyeyê deriyên sînor vekirin û berê xwe dan sînorê Edîrneyê de daxuyanî da û got: "Bila demildest ji bo vê tirajediya mirovahiyê ji holê rakirin berpirsiyariya xwe bi cih bînin. Ger ku bi berpirsiyarî tevnegirin wê bibin berpirsiyarê pêknanînên neyînî ku tên serê penaberan."
 
Piştî şerê li Îdlîbê ku gelek leşkerên tirk di encamê de mirin, Tirkiyeyê ji bo penaberan deriyên sînor vekirin. Bi vekirina deriyan re bi hezaran penaber ji bo biçin Ewropayê ketin rê. Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê tiştên hatin jiyîn de daxuyanî da.
 
Daxuyaniya TJA'yê wiha ye: Di encama şer de bi taybetî jin mexdûr dibin û bedelên giran didin.  Penaberên jin ku bi tundiya  mêr re rûbirû dimînin, bi taybetî di penaberiyê de tundiya mêr a li ser wan zêdetir dibe. Jinên ku ji ber şerê dijwar berê xwe dan Tirkiye û têkoşîna jiyanê dan, piştî rêwîtiyek dûr, dirêj û dijwar îro dîsa tevî zarokên xwe dikevin rêwîtiyek din. Jinên ku li ser sînor tên rawestandin bi tacîz û êrîşên zayendî yên fîzîkî re rûbirû dimînin.  Tirkiye penaberan dike mijara îstîsmarê. Bi taybetî di heyama îqtîdara AKP–MHP'ê de penaberî kirine mijara îstîsmarê. Tirkiye penaberan bi Neteweyên Yekbûyî re dike mijara bazarê. Penaber kirine ranta siyasî. Em bang li jinan û hêzên demokratîk dikin ku dawî li ve dramê bînin û dixwazin berpirsiyariya xwe pêk binin."