Li Rihayê Belgefîlma bi navê "Zaroka min" hat pêşandan

  • 14:13 2 Adar 2020
  • Rojane
RİHA - Baroya Riha ya Navenda  Mafên Jinan bi munasebeta 8’ê Adarê belgefîlma bi navê “Zaroka Min” ku jiyan zarokek hevzayend vedibêje da pêşandan.
 
Di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de Komîsyona Jinan a Baroya Rihayê  belgefîlma bi navê “Zaroka min” ku malbatên zarokên wan hevzayendin tê de cih digir da pêşandan.  Fîlma jiyana dayik û zarokên wan ên hevzayend vedibêje  Can  Candan, Omer Ceylan, Şule Ceylan, Gunselî Dum, Pinar Ozer, Sema Yakar, Nilgul Yalçinoglu û Zekî Yalçinoglu derhênerî jê re kirine, Can Candan, Ayşe Çetinbaş û Gokçe Înce di heman demêde çêkerê belge fîlmê ne. Belge fîlm li Baroya Rihayê li salona Konferansê ya Tahîr Elçî hat nîşandan. Çalekvanên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aşitiyê, Meclîsa Jinan a HDP’ê û bi jimareke zêde jinan temaşe kir.
 
Hevzayendî û mafê jinan di fîlmê de di rêza yekem de bû. Fîlm jiyana kesên zarokèn wan lezbiyen, gey, transeksuel li gel vê di fîlmê de malbatên xwedì ferasetek homofobîk, transfobîk jî jiyana wan tê vegotin. Ango nêzîkatî û pèvajoya qebulkirina malbatan tê vegotin.