Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê hat girtin

  • 13:51 2 Adar 2020
  • Rojane
EDÎRNE - Nûçegîhanê Ajansa Ajansa Mezopotamyayê Îdrîs Sayilgan ku ji bo nûçeyên penaberan ên li ser sînor bişopîne çû Edîrneyê, di 29'ê Sibatê de li ser sînor hat binçavkirin û îro hat girtin. 
 
Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê Îdrîs Sayilgan û Nacî Kaya, di 29'ê Sibatê de li Edîrneyê gava der barê penaberan de nûçe dişopandin, li ser sînor hatin binçavkirin. Îdrîs û Nacî  piştî hatin binçavkirin, birin Fermandariya Cendirmeyan a Navendî ya Edîrneyê. Eskeran gotine "Li deverên qedexe girtina dîmenan qedexe ye" û nûçegîhan binçav kirin. Îdrîs û Nacî ku hatin binçavkirin, sewqî dadgehê kirin. Îdrîs,  derxistin dadgehê û bi rêya SEGBÎS'ê îfade da. 
 
Nacî Kaya ku li Fermandariya Cendirmeyan a Edîrneyê dihat girtin, şevê din birin edliyeyê û bi rêya SEGBÎS'ê tev li Dadgeha Aydinê bû. Dozger bi daxwaza girtinê Nacî  sewqî dadgehê kir. Nacî , ji aliyê dadgehê ve serbest hat berdan. Lê li gel biryara dadgehê Nacî  hêj di bin çavan de tê girtin. 
 
Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) a bi KHK'ê hat girtin Îdrîs Sayilgan ku di 17'ê Cotmeha 2016'an de li Mûşê hatibû girtin, di 27'ê Mijdara 2019'an de hat berdan. 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mûşê di 25'ê Çileyê de 8 sal û 3 meh ceza li Îdrîs birîbû. Dadgeha Îstinafê ya Erziromê jî cezayê li Sayilgan hatibû birîn xera kir. Li ser vê biryarê Îdrîs hat berdan. Îdrîs jî di saetên serê sibê de sewqî Edliyeya Edîrneyê kirin. Îdrîs, bi rêya SEGBÎS'ê beşdarî 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Herêma Erziromê kirin 
 
Dozger xwest Îdrîs bê girtin. Lê Îdrîs parastin kir û got: "Piştî ji dosya ez jê hatibûn girtin ez serbest hatim berdan, Mehek berê min li Ajansa Mezopotamya dest bi xebatê kir. Min li cihekî veşarî dîmen nekişand. Min nizanîbû cihê ku ez lê dîmen dikişînim cihê eskerî ye. Dema me bi kamerayê dîmen dikişand em hatin binçavkirin. Ger ku me dizanibûya qedexe ye me dê destûr girtibûya. Lê hemû medya li wir dîmen dikişand û bernameyên zindî çê dikirin. Em Rojnameger in û ji bo nûçeyan em çûbûn wir. Em ne ji bo derkevin dervê welat, ji bo em nûçeyan çêkin em çûn wir. Li gel me rojnamegerên din jî hatin binçavkirin. Lê ew rojnamegerên din hatin berdan. 2 rojnamegerên Rudawê jî gel me hatin binçavkirin û hatin berdan. Ez dixwazim ez jî bêm berdan." 
 
Piştî parastinê dadgehê der barê Îdrîs de biryar da. Dadgehê biryara girtina Îdrîs da û diyar kir ku piştre dikare wekî delîlan dîmenê kişandine nîşan bide. 
 
Parêzeran jî ji bo îtîrazê dest bi amadekariyan kirin. Îdrîs piştî hat girtin şandin Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê.