TJA û HDP'ê starta 8'ê Adarê dan

  • 13:46 2 Adar 2020
  • Rojane
EDENE - TJA û Meclisa Jinan a HDP'ê, starta Çalakiyên xwe yên ku wê di 8' ê Adarê de li dar bixin bi daxuyaniyeke çapemeniyê dan. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Edeneyê di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de starta çalakiyên xwe yên wê li dar bixin bi daxuyaniyekê dan.  Di daxuyaniya ku li Avahiya HDP'ê ya Edeneyê hat dayîn de pankarta bi dirûşma, "Jin ji bo azadiyê di berxwedanê de ne, em 8'ê Adarê li qadan e" hat vekirin. 
 
'Em ê têkoşîna xwe ya bi rêxistin mezin bikin'
 
Li ser navê jinan Saniye Seçkîn daxuyanî da û wiha got: "Li Kurdistan, Tirkiye û li gelek welatên din, li dijî êrîşên mêr di pêşengiya jinan de çalakiyên dîrokî ku hatine kirin me şahidî ji wan re kiriye.  Di 8'ê Adarê ku dîroka berxwedana jinê ye li gorî nixrên dîrokê em ê bi dirûşma  'Em jin di azadiyê de bi israr, di tekoşînê de bi biryar' li qadan bin û têkoşîna xwe ya bi rêxistin mezin bikin."
 
Piştî daxuyaniyê çalakiyên ku bên lidarxistin wiha hatin rêzkirin:
 
"*3'yê Adarê de wê bazara taxê bê ziyaretkirin û ji girtiyan re bi tevlibûna parlamentera HDP'ê Tulay Hatîmogulari ji girtiyan re kart bê şandin,
 
* 4'ê Adarê li HDP'a Yuregira Edeneyê saet di 14.00'an de wê hevdîtina jinan bê kirin,
 
*5'ê Adarê, de li avahiya HDP'ê ya Sariçamê wê saet di 14.00'an de hevdîtina jinan bê kirin,
 
* 6'ê Adarê saet di 14.00'an de jin bên gel hev, 
 
*8'ê Adarê roja yekşemê jî saet di 13.00'an de wê bi Platforma Jinan a Edeneyê re û bi tevlibûna parlamentera DHP'ê Tulay Hatîmogullari li ser Pira Kasim Gulek meş bê destpêkirin û li Qada Ugur mumcu jî mîtîng bê lidarxistin."