Xwendekarên Kobanê di derbarê şewata li Girava Îmraliyê de daxuyanî dan

  • 13:09 2 Adar 2020
  • Rojane
KOBANÊ - Xwendekarên Zanîngeha Kobanê bi daxuyaniyekê şewitandina daristana li Girava Îmraliyê şermezar kirin û bang li akademisyen, rewşenbîr û xwediyên pênûsên azad ên li dijî dîktator û rêxistinên desthilatdar derdikevin, kirin ku piştgiriyê bidin Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di heman demê de helwesta xwe di derbarê kiryarên dewleta tirk de bidin diyarkirin.
 
Helwest û nerazîbûnên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên di derbarê şewata ku 27’ê Sibatê li Girava Îmraliyê derket, her ku diçe zêde dibin. Dewleta tirk jî heta niha tu agahî di derbarê tendirustiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de nedaye. Di vê derbarê de îro bi dehan xwendekarên Zanîngeha Kobanê daxuyaniyeke nivîskî dan û şewitandina daristana li Girava Îmraliyê şermezar kirin. Xwendekaran wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsa "Em daxwazê ji rayedarên tirk dikin ku rewşa hizrîner Abdullah Ocalan nîşan bidin û ji bo serdanê rê bidin parêzerên wî" hilgirtibûn.
 
Daxuyanî li Zanîngeha Kobanê bi zaravayê kurmancî ji aliyê xwendekara bi navê Medya Kenan û bi zimanê erebî ji aliyê xwendekar Yasmîn Mehmûd Muslim ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Di rewşeke bi dûman de, daristana Girava Îmraliyê ya ku rayedarên tirk, hizrîner Abdullah Ocalan tê de zîndan kirine, agirek pêk hatiye. Dibe ku ev agir bi zanebûn jî pêk hatibe. Hêjayî bibîrxistinê ye ku rayedarên tirk heya niha bê deng in, tu zelalkirin di derbarê tendirustiya hizrîner Abdullah Ocalan de nekirine û rê nadin ku parêzerên wî serdana wî bikin ji bo ku rewşa tendirustiya wî hîn bibin. Ev jî dihêle ku guman li ser vê mijarê çêbibin.
 
Rayedarên tirk bi zihniyeta xwe ya faşîst pêşî li azadî, demokrasî û rizgarkirina gelên bindest digire. Dema ku em di dîrokê de lêgerînan çêdikin, em dibînin ku piraniya filozof û zanyaran bi giyana mirovperweriyê ji malzaroka dîrokî bûne. Her wiha pêşî li zihniyeta koletî û desthilatdariyê girtine. Abdullah Ocalan berdewamiyek ji wan hizrîneran e.
 
Em wek xwendekarên Kobanê pişavtina çandî û fîzîkî ya ku rayedarên tirk di kesayeta hizrîner Abdullah Ocalan de li ser gelan didin meşandin, şermezar dikin. Zêdetirî wê em di hizrên wî yên hemdemî de çareseriyê ji tevahî pirsgirêkên Rojhilata Navîn re dibînin. Ev hizir dikarin Rojhilata Navîn bighînin demokrasiya rast jî.
 
Em bang li akademisyan, rewşenbîr û xwediyên pênûsên azad ên li dijî dîktator û rêxistinên desthilatdar derdikevin, dikin ku piştgiriyê bidin hizrîner Abdullah Ocalan. Di heman demê de em ji mafnas, saziyên mafên mirovan û rêxistinên civaka sivîl daxwaz dikin ku helwesta xwe di derbarê kiryarên rayedarên tirk de nîşan bidin.”
 
Daxuyanî bi dirûşmên “Azadî ji Rêber Apo re” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.