KCDP: Di meha sibatê de 22 jin hatin kuştin

  • 13:00 2 Adar 2020
  • Rojane
 
STENBOL -  Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) rapora xwe ya meha sibatê aşkere kir. Li gorî raporê di meha sibatê de 22 jin ji hêla mêran ve hatine kuştin. 
 
Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) ropara xwe ya tundiya mêr a li ser jin û zarokan a meha sibatê aşkere kir. Li gorî raporê di meha sibatê de 22 jin hatin kuştin. 
 
Li gorî rapora ku hatî aşkerakirin kuştina 12 jinan bi guman e. 2 jin ji ber pirsgirekên aborî, 5 bi hinceta daxwaza hevberdanê kirine hatine kuştin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Heta ku sedema kuştina jinê neyê testpîtkirin, darizandineke edîlane pêk neyê û kujer cezayên giran negirin dê kuştina jinê bidomin." 8 jin ji hêla mêrê ku pê re zewicandî ve, 5 jin ji hêla naskiriyên xwe ve, 3 jin ji hêla mêrê ku pê re dijî re, 3 jin ji hêla kurê xwe ve, jinek ji hêla bavê xwe ve û jinek jî ji hêla mêrê ku berê pêre dijî ve hatin kuştin. 10 jin bi çekê, 9 jin bi kêrê, 2 jin bi derbê û jinek jî bi xeniqadinê ve hatine kuştin. 
 
Li gorî raporê 13 jin li malê, 3 jin li kolanê, jinek li otelê û 2 jin li eraziyê hatin kuştin. Her wiha cihê kuştina 3 jinan jî nehat testpîtkirin. Nayê zanîn ku gelo 17 jinên ku hatin kuştin daxwaza parastinê kiribûn. 5 jinên ku hatî kuştin jî daxwaza parastinê nexwestine. Li Enqerê 5 jin hat kuştin. Li Kocaelî û Hatayê jî 3 jin hatin kuştin. Li bajarên Edene, Duzce, Afyon, Aydin, Balikkesir, Amed, Eskîşehir, Stenbol, Îzmîr, Kayserî, Manîsa û Sînopê li her yekî jinek hatiye kuştin. 
 
Di raporê de êrîşa zayendî ya li hemberî zarokan jî hat destgirtin û hat diyar kirin ku her roj zarok bi êrîşa zayendî re rûbirû dimînin.