Ji bo 8'ê Adarê jinan li Rihayê pêşengeha wêneyan vekirin
- 12:09 2 Adar 2020
- Rojane
RIHA - Navenda Mafên Jinan a Baroya Rihayê bi minasebeta 8'ê Adarê pêşengeha wêneyan a jinan vekirin.
Xebat û çalakiyên 8'ê Adarê dest pê kirin. Starta çalakiyên 8'ê Adarê li Dêrsimê hatibû dayîn. Di çarçoveya 8'ê Adarê de ji hêla Navenda Mafên Jinan a Baroya Rihayê ve pêşengeha wêneyan hat vekirin. Di pêşangehê de wêneyen nûçegîhana ajansa me û wênesaz Medya Uren, wênesaz Sîbel Acar û Serap Kartal hatin pêşandan. Wênesaz di wêneyên xwe de temaya jinê girtin dest. Pêşangeha wêneyan rastî eleqeyeke mezin hat.
Platforma Jinên Rihayê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û gelek kes hatin pêşengehê.
Pêşengeh wê rojekê berdewam bike.