Êrişî avahiya HDP’ê ya Aydinê kirin

  • 11:10 2 Adar 2020
  • Rojane
AYDIN - Li Aydinê kes ango kesên nasnameya wan nediyar êrişî avahiya Rêxistina HDP’ê ya Aydinê kirin. 
 
Li Aydinê kes ango kesên nediyar êriş birin ser avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajêr. Rêveberên HDP’ê ragihandin pêr jî êrişek bi vî rengî pêk hatiye û li emniyetê giliyê êrişkaran kirine, lê heman êriş duh bi şev jî pêk hatiye. 
 
Hevseroka Rêxistina HDP’ê Elvan Ortaklar bertek nîşanî êrişê da û got ji bo leşkerên li Idlibê hatin kuştin duh meşek hatiye lidarxistin û piştî wê êriş pêk hatiye. Elvan got ew ê dîsa giliyê êrişkaran bikin.