Hevala Gulîstanê: Heta hevala me neyê dîtin em ê li Dêrsîmê bin

  • 09:05 2 Adar 2020
  • Rojane
Berîtan Canozer
 
DÊRSÎN - Xwendekara zanîngehê Gulîstan Doku 58 roje windaye. Hevala wê Cansu Oztan diyar kir ku hîna agahî jê negirtine û got ew bawer nake ku Gulîstanê întîxar kiriye û got: “Lêgerîn qels in. Hewldanek baş tune.”
 
Xwendekara Pola 2’emîn a Zanîngeha Munzurê Gulîstan Doku 58 roj e windaye. Her çiqas bêje xebat tên meşandin jî bertekên li dijî xebatan heye. Li aliyê din jî malbata Gulîstanê bendewariya xwe ya li bajar didomîne. Hema hema her roj malbat diçe Pira Dînarê û bi hêviya ku agahiyekê bigirin dipên.
 
Cansu Oztan ya bi Gulîstanê re heman beşê dixwîne û hevala wê ya dibistanê û odeya wê ye, der barê Gulîstanê de axivî. Cansuyê got dema nû dest bi dibistanê kiriye Gulîstan nas kiriye û got Gulîstan karektereke dihat hezkirin, bi kelecan û ji jiyanê hez dikir bû. Cansuyê wiha got: “Têkiliya wê ya bi hevalan re gelek baş bû. Xwe îfade dikir. Di mijara jinê de xesas bû. Girîngî dida nasnameya jinê. Li dijî kuştinên jinan her tim hêrsa wê bilind bû. Di van mijaran de gelek hestiyar bû. Piştre li cihekî dest bi xebatê kir. Cihê lê dixebitî zêde ne baş bû lê bi kesî re nedibû muxatab û karê xwe dikir. Zaînal Abarokav jî li wir dixebitî. Li wir hev nas kirin. Piştî demekê li ser çapemeniya civakî bûn heval. Têkiliya wan wisa dest pê kir. Ewil pirsgirêk tunebû. Piştre me dît ku pirsgirêkan dijî. Piştre ji me re vedigot.”
 
‘Di gelek mijaran de Gulîstan sînor dikir’
 
Cansuyê destnîşan kir ku di navbera Gulîstan û Zanînal Abarokov de her tim nîqaş derdiket û Abarokov kesekî zextxwir bûye û terzeke hevaltiya wan ya ku diqediya û dest pê dikir hebû. Cansuyê wih agot: “Zaînal, Gulîstan pir eciz dikir. Hewl dida her tim zextê li ser bike. Mudaxaleyê saetên derketina derve dikir. Nedixwest biçe cem kesî. Hevalên wê yên nêz ji xwe çend heb bûn. Ji wê re digot neçe cem wan jî. Nediçû gerê. Bi şev piştî saetekê dernediket derve. Me her tim Gulîstan hişyar dikir. Me digot ev wisa derbas nabe. Gulîstanê jî ev dizanibû. Wê jî digot ev têkilî wisa derbas nabe. Lê tu car em guhdar nekirin. Piştre Zaînal xwest têkiliyê biqedîne. Gulîsanê ewil nedixwest. Lê piştre hevdîtin birîn. Ez nizanim wê pêvajoyê ka çibû, axivin an ne axivin. Lê Gulîstanê digot qediyaye. Texmîna min du mehan nehatin cem hev. Piştre roja ku Gulîstan winda dibe, bi Zaînal re hevdîtinê dike. Em nizanin di wê hevdîtinê de çibû. Em wisa texmîn dikin ku bi awayekî rast nehatiye vegotin.”
 
‘Li Dêrsîma ku her kes tê şopandin, qeyda kamerayê tune’
 
Cansuyê her wiha bi lêv kir ku ew bawer nakin ku Gulîstanê întîxar kiriye û got: “Du meh in xebat didomin. Lê mixabin xebatek xurt nehat meşandin. Gulîstan ne di wê avê de ye. Em wisa difikirin. Ji ber ku Gulîstan ne jineke ku întîxar bike ye. Malbata wê bi rojane li vir e. Agahiyek rast nayê parvekirin. Ger di avê de bûna wê ji zûde bihata dîtin. Ji ber vê jî em bawer nakin di avê de ye. Kes jî nafikire. Ligel vê li zanîngehê mamosteyekî li Gulîstanê zext dikir. Ew jî ji vê bi bandor dibû. Moralê wê xera dibû. Em li Dêrsîmê li her derê tên şopandin. Lê çawa dibe gelo li cihê ku Gulîstan winda dibe mobesa tune. Em dixwazin demildest agahiyekê jê bigirin. Em dixwazin bizanibin ku çi bi hevala me hatiye. Ger întîxar kiribe jî piştî hevdîtina bi Zaînal re ev biryar girtiye û berpirs jî Zaînal e. Gelo çima Zaînal tê parastin.”
 
Cansuyê di dawiya axaftina xwe de got wê şopdarên bûyerê bin û got: “Ne Gulîstan ne jî malbata wê tenê ye. Tiştên hatin serê Gulîstanê nayê qebûlkirin. Ev encama polîtîkayeke bi zanebûn tê meşandinê ye. Divê jinên ciwan xwedî hişmend bin. Li dijî her zext û êrîşê divê xwe biparêzin. Zaînal li ser Gulîstanê şîdeta psîkolojîk dikir. Mamoste şîdeta psîkolojîk dikir. Ev ne tiştên normal in. Em ê destûr nedin ku normal jî bibe. Em li Dêrsîmê ne û her roj bi hêvî dipên. Em hêvîdarin ku dijî û di ewlehiyê de ye. Gulîstan ne jineke ku întîxar bike ye. Ez wisa difikirim.”