‘Em ê di 8'ê Adarê de li qadan bin'

  • 09:03 2 Adar 2020
  • Rojane
Dilan Babat
 
ENQERE - Dirûşmeya 8’ê Adarê ya Platforma Jinan a Enqereyê ‘Em ji bo ked, azadî û jiyana xwe li her derê cîhanê li ser piyane’. Bi hezaran jin wê bi vê dirûşma roja yekşemê li Kolejê kom bibin û li Kolana Sakaryayê bimeşin. Endama platformê Şeyda Ozcan diyar kir ku jinên bi bawerî û piştevaniyê têdikoşin wê rojekê welatekî azad û wekhev ava bikin û ji bo vê jî riya yek di 8’ê Adarê de derbas dibe.
 
Platforma Jina a Enqreyê di 8’ê Adara 2018’an de bi dirûşma ‘Li dijî krîz, şer, şîdet û newekheviyê jin bi piştevaniyê xurt dibin û xwe rêxistin dikin’ daketin qadan. Yek ji rojeva herî girîng a 8’ê Adara sala borî pêvajoya doza Şule Çet ya ji plazayekê de hat avêtin û qetilkirin û ligel vê jî berxwedana jinên li Latîn Amerîka, Rojava, Rojhhilata Navîn û Tirkiyeyê bû.
 
Yek ji rojeva herî girîng ya platformê kuştinên jinan bûn. Di 2019’an de li Tirkiyeyê 474 jin hatin qetilkirin û tenê li Enqereyê jî 19 jin hatin qetilkirin.
 
Li aliyê din platformê ji 8’ê Adara sala borî heta niha çalakiyên pêk anîn wiha bû:
 
* 25’ê Nîsanê: Platforma Jinan a Enqereyê bi armanca balê bikşînin ser grev û rojiyên mirinê li parkta Kugulu bi laçikênspî çalakî pêk anîn û polîsan êrîşê jinan kir, 9 jin binçav kirin.
 
* 22’yê Gulanê: Platforma Jinan a Enqereyê çû serdana dayikên ji bo zarokên xwe yên di greva birçîbûnê de, di nobetê de û balkişandin ser têkoşîna yekbûyî.
 
* 29’ê Gulanê: Platformê bertek nîşanê cezayê muebeta li Nevîn Yildirim ku li hember Nurettîn Gîder yê êrîşa zayendî li hember wê pêk anîbû, parastina cewherî pêk anî, da û li Kolana Sakaryayê bi dirûşmeya ‘Em jiyanê dixwazin, ji bo Nevîn Yildirim edaletê dixwazin’ çalakî pêk anîn.
 
* 22’yê Tebaxê: Platforma Jinan a Enqereyê berteknîşanê qeyûmên tayînê sê şaredariyên bajarê mezin yên HDP’ê hatin kirin, dan.
 
* 23’yê Tebaxê: Platforma Jinan a Enqereyê bi armanca qetilkirina Emîne Bulut protesto bikin li Kugulupark çalakî pêk anî. Jinan ji bo Emîneyê nobeta jiyanê girtin. 
 
* 1’ê îlonê: Jinên Enqereyê di mîtîna 1’ê Îlonê de diyar kirin wê xwedî li hevserokatiyê derkevin.
 
* 13’yê cotmehê: Platformê der barê êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de li Yekitiya Mulkiyeyê daxuyanî dan û diyar kirin ku qetilkirina Hevrîn Xelef sûcê şer e.
 
* 21’ê cotmehê: Platformê doza Emîne Bulut şopandin û beriya rûniştinê çalakî pêk anîn.
 
* 15’ê Mijdarê: Di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Hember Şîdeta li ser Jinê belavok belav kirin.
 
* 20’ê Mijdarê: Di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Hember Şîdeta li ser Jinê bi armanca piştevaniya girtiyên jin qert û pirtûk şandin girtîgeha Sîncanê.
 
* 25’ê Mijdarê: Platforma Jinan a Enqereyê bi dirûşmeya ‘Em li dijî şîdeta mêr-dewletê li kolanan e, ji ber ku em dixwazin bijîn’ daketin kolanê û li Kolana Sakaryayê meşiyan.
 
* 11’ê Kanûnê: Li Enqereyê Prof. Dr. Hasan Bîlgîlî nexweşxaneya sewalan ya aydê wî li hember hekîma veterîner Ç.B êrîşa zayendî pêk anî bû û doza hatibû vekirin, yekem rûniştina wê hat dîtin. Beriya rûniştinê platformê xwest li ber edliyeyê daxuyaniyê bide û polîsan êrîş kir. Di encama êrîşê de 3 jin hatin binçavkirin.
 
* 12’yê Kanûnê: Platforma Jinên Enqereyê bi armanca piştgiriyê bide jinên li Şîliyê çalakiya Las Tesîs pêk aniye, li Guvenpark xwestin çalakiyê pêk bînin. 8 jin hatin binçavkirin û derbkirin.
 
* 25’ê Kanûnê: Jinên li Kampusa Cebecî ya Zanîngeha Enqereyê ji ber dansa Las Tesîs kiribûn hatibûn binçavkirin. Platformê bi armanca piştgiriya jinan li Navenda Giştî ya Yekitiya Mulkiyeyê daxuyaniya çapemeniyê dan.
 
* 6’ê Çile: Jin li dijî êrîşa zayendî ya li hember zarokan li Guvenpark hatin cem hev.
 
* 16’ê Çile: Platformê der barê xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulîstan Doku ku demek dirêje agahî jê nayê girtin daxuyanî dan û gotin ‘Gulîstan Doku’ li ku ye.
Dirûşmeya 8’ê Adarê ya Plaforma Jinan a Enqereyê îsal ‘Em ji bo ked, azadî û jiyanên xwe li ser piyane.’
 
Endama Platformê der barê plansaziya 8’ê Adarê de wiha got:
 
‘Jin li cîhanê li ber xwe dan’
 
Şeyda balkişand ser amadekariyên 8’ê Adarê û got li hemû cîhanê berxwedana jinan heye û got: “Me xwest em bi dirûşmeya xwe vê bi jinan bidin bibîrxistin. Jin li hemû cîhanê bi hev re têdikoşin û ne tenê ne. Heta jin ligel hev bin wê qezenc bikin. Li Tirkiyeyê şer, şîdet û krîza aborî bandor li jinan dike. Kuştinên jinan zêde bûne. Desthilatdarî li hember vê bêperwa tevdigere. Jinan kolan terk nekirin lê vê carê rastî şîdeta dewlet û polîs hat. Em di pêvajoyek wisa de dikevin 8’ê Adarê.”
 
Şeydanê di berdewamiyê de bi lêv kir ku têkoşîna jinan hêvî û cesaretê dide û bi taybet jî dozên jinan di rojeva jinan de cih girtine û got jin êdî difikirin ku edelet ji salonên dadgehê dernakevin û got ji ber vê jî wê her tim salonên dadgehê tije bikin.”
 
Şeydayê bi lêv kir ku ligel van rojevan, ji OHAL’ê heta niha di nokteya bikaranîna kolanan de tevgera jinan înata xwe berdewam kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tevî êrîşa polîsan jinan kolan terk nekirin. Em niha fêdeyên vê înatê jî dibînin. Ger îro tevgereke jinan a li cîhanê belav bûye hebe, sedema wê jî ev e. Jin israr dikin. Jinên Tirkiyeyê gelek polîtîk in. Dijminên xwe baş nas dikin.”
 
‘Wê rojekê jin welatekî azad û wekhev ava bikin’
 
Şeydayê got divê hemû jin 8’ê Adarê de dakevin kolanan û got: “Wê êrîşa bidomînin, wê jin jî berxwedana xwe bidomînin. Ez bawer dikim ku wê bi piştevanî baweriya jinan, rojekê jin welatekî azad biafirînin. Riya vê jî di 8’ê Adarê de derbas dibe.”
 
Cihê kombûna çalakiya 8’ê Adarê di 14,00’an de li Kolejê û piştre jî wê meşa li Kolana Sakaryayê pêk bê.