Sûaad Silêman: Divê mirov ji bo hebûn û jiyana xwe têkoşînê bide

  • 09:02 2 Adar 2020
  • Rojane
Dilûcan Bozî
 
KOBANÊ - Sûaad Silêman jina ji bajarê Tepqayê jiyana koledarî ji xwe re nepejirand û ji bo pêşerojeke azad têkoşiya, dibêjê: ” Divê mirov ji bo hebûn û jiyana xwe têkoşînê bide û bi vîna xwe jiyanê watedar bike.”
 
Bi avabûna pergala dewletan re hemû rêkên jiyanê li pêşiya jinan hatin girtin. Her çiqas hişmendiya mêrê serdest û dewletê li pêşiya jinan bûn kelem jî lê belê jinê  ji bo têkoşîn, berxwedan û lêgerîna heqîqetê gav paşde ne avêt.  Jinan bi her awayî têkoşîn da û nirxên xwe parastin. Li hemû qadên jiyanê jin têkoşîna xwe dikin yek û li dijî hişmendiya dewletê, derdikevin. Jina bi navê Sûaad Silêman a 38 salî ku ji bajrê Tepqayê ye, jiyana koledariyê ji xwe re ne pejirand û kete rêka têkoşînê. Sûaad serpêhatiya jiyana xwe ya di dema zordariya  çeteyên DAIŞ´ê de  bi me re parve kir.
 
’Di sîstemên desthiltdar de tu nirx ji ji jinan re ne hatin dayin’
 
Sûaad wiha dest bi serpêhatiya xwe kir: "Piraniya temenê xwe min di bin serweriya mêr de derbas kir.  Di civaka me de mafê jinê hatibû binpêkirin û tu nirxên jiyanê jê re nehatibû dayîn. Em dikarin bêjin di her demekê de, jin di bin desthiladariya mêran de bûn. Li kolan û saziyan dewleta serdest bû û li malê jî mêr bû, ji bo wê hemû qadên jiyanê ji jinan hatibûn qedexekirin. Ez dayîka 5 zaroka me, hevjînê min yê bi navê Hesen Oso dema ku bajarê me di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de bû, ji aliyê çeteyan ve hate girtin û di girtîgehê de hate kuştin." 
 
‘Çeteyên DAIŞ’ê bajarêTepqa li me kirin dojeh ’
 
Sûaad di berdewamiya axaftina xwede qala dagirkeriya DAIŞ’ê û zihniyeta ku li ser jinê dihat ferzkirin kir û wiha got: "Di sala 2014´an de bajarê Tepqayê kete bin serweriya çeteyên DAIŞ’ê, çeteyan jiyan li jinan kirbûn dojeh. Hejmareke mezin ji ciwanên bajarê Tepqayê bi destê çeteyan hatin kuştin. Armanca çeteyan tunekirina çanda gelan, vîna jinê, qetilkirina mirovahiyê û wekiheviya di nava pêkhateyên herêmê de bû. Bi sedan jin bê sedem  bi rengekî hovane hatin recimkirin û bi rêbazên cuda hatin kuştin.  Dewleta tirk Ji bo ku  împeratoriya  xwe ya Osmanî ji nü ve ava bike,  bi çeteyên DAIŞ, Cibhet El- Nusra û artêşa azad re bû alîkar û ew perwerde kirin û derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyê kirin."
 
‘Jiyana di nava  DAIŞ’ê de bê wate bû’
 
Sûaad  çîroka jiyana  xwe ya di nava DAIŞ´ê de parve kir  û wiha domand: "Ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê em  neçar man ji malên xwe koçber bibin û derbasî taxa ku malbatên DAIŞ´ê lê dijiyan,  bibin. Paşê çete bi hevjînê min re axivîn ji bo ku beşdarî nava wan bibe, lê hevjînê min ev yek nepejirand.  Piştre çeteyan min û hevjînê min girtin, çavên me girêdan û em derbasî girtîgeha gundê Kirîn, kirin.  Demek dirêj em di girtîgehê  de hiştin, paşê çeteyan ez û hevjînê min ji hev qetandin. Girtîgeha ku ez lê dimam, jinên bi temen mezin tê de hebûn, her jinek xwediyê serpêhatiyeke cuda bû. Piştî 25 rojan ez ji girtîgehê hatim berdan, lê  hevjînê min girtî hiştin. Piştî demekê bajar ji aliyê şervanan ve hat Rizgarkirin, min bihîst ku hevjînê min bi destê çeteyan hatiye kuştin. Piştî  kuştina hevjînê min, min qirîza dil derbas kir."
 
‘Mala jinê ji bo min bû hêviya jiyanek nû’
 
Sûaad diyar kir ku piştî wê dest bi xebatên di mala jinê de kir hêviyên wê yên jiyanê zêdetir bûn û wiha pê de çû: " Piştî rizgarkirina herêmên me ji çeteyan,  wekiheviya di navbera zayendan de, ava bû, pergala hevserokatiyê bû gava bingehîn ji bo wekeheviya di navbera her dû zayendan de. Êdî  jin ketin nava saziyan û me bi rengekî  azad dest bi xebatên  xwe kir. Ez niha  di mala jinê de dixebitim, ji bo min kar yek ji armanca serkeftina jiyanê ye.” 
 
‘Jin bûn xwedî vîneke azad’
 
Sûaadê di dawiya axaftina xwede destnîşan kir ku bi rizgarkirina bajarê Tepqayê re  jin ber bi ronahiyê ve meşiyan û wiha dawî li axaftina xwe anî:  "Bi rizgariya bajêr re, jin bûn xwedî  nasneme û ji nû ve dest bi jiyanê kirin. Jinan di şoreşê de destkeftiyên mezin bi dest xistin, lê dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê, dixwazin careke din hebûna jinê di civakê de tune bikin. Ez 8'ê Adarê roja Jinan a Cîhanê  li hemû şervanên di çeperên şer de û tevahî jinên cîhanê pîroz dikim. Banga min ji jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew e ku  li dijî dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê têkoşîn û berxwedana xwe xurt bikin."