Komîteya Amadekar: Her rojê em ê bikin 8'ê Adarê

  • 17:23 1 Adar 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Amadekar a 8 Adarê bi daxuyaniyekê çapemeniyê li kampên koçberan 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li tevahî jinan pîroz kir û bernameya xwe ya çalakiyên 8'ê Adarê aşkera kir. 
 
Di çerçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de Komîteya amadekar bi daxuyaniyek çapemeniyê Li kampa Serdemê ya  Kantona Şehbayê, kampa Waşukanî ya girêdayî Kantona Hesekê û kampa Til Semin a girêdayî Reqa bernameya xwe ya 8'ê Adarê aşkera kir. Di nava komîteya Amadekar a 8'ê Adarê de Rêxistina Kongreya Star, Meclîsa Jin a Sûrî, Yekîtiya Jinên Suryan, Meclîsa Jinê ya  Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Ofîsa Jinê di Partiya Sûriya Pêşerojê de, Koordînasyona Jinê di Rêveberiya Xweser de, Tevgera Kevana Zêrîn û Ofîsa Jinan di Meclîsa Sûriya Demokratîk de cihê digirin. Nûnerên Tevgerên Jinan ku di Komîteya 8'ê Adarê de cih girtin  diyar kirin ku ew serbilind in ji ber pêşengiya vê şoreşê dikin û gotin: "Em ê bi hev re 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîha bi awayê azad pîroz bikin."
 
Wêneyên hevîrîn xelef hatin hilgirtin
 
Li Hesekê, daxuyanî bi tevlibûna  Endam û Rêveberên saziyên Civaka Sivîl ên Kantona Hesekê û Qamişlo û gelên Kampa Waşokanî hat dayîn. Daxuyanî bi tevlibûn Berdevka Kongreya Star a Rojava Evîn Siwêd, Endama Meclisa Yekîtiya Jinên Suriyan Sofiya Yûsif û Endama Koordînasyona Rojava Muna Yûsif hat dayîn.  Li Kantona Şehbayê daxuyanî li Kampa Serdemê bi tevlibûna jinên Efrîn û Şahbayê ji aliyê Endama Kongreya Star a herêma Efrînê Zehîde Memo ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên Rêxistina Kongreya Star hatin hildan. Li Reqayê daxuyanî li Kampa Tiş Semîn ji aliyê Endama Koordînasyona Kongreya Stara a Herêma Firatê Mizgîn Xelîl ve  hat dayîn û jinên herêma Firatê, Tebqa, Reqa û Dêra Zorê tevli bûn.  Di daxuyaniyê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Hevrîn Xelef, alên Rêveberiya Jin û Rêxistina Kongreya Star hatin hildan. 
 
Daxuyaniya hevpar wiha ye:
 
"Bi navê Komîteya amadekar ji bo çalakiyên 8'ê Adarê, em Roja Jinên a Cîhanê li tevahî jinên cîhanê, bi tayîbetî jî li jinên kurd û jinên Sûriyeyê, pîroz dikin. Her sal li tevahiya cîhanê jin bi bîranîna serhildana jinê ya li dijî hişmendiya deshilatdar û kapîtalîst di nava berxwedanê de ne. Di serî de, em hemû şehîdên pêşeng ên jin ku mohra xwe li rûpelên dîroka têkoşîna azadiya jinê dane yên wekî weke Roza Luksemburg, Klara Zetkin, Leyla Qasim, Bêrîtan, Zîlan, Sara, Lêgrîn, Barîn û Hevrîn, bi bîr tînîn. Bi taybet jinên xebatkar ên ku têkoşiyan û ji bo wekheviyê, şehîd bûne ên ku bi saya wan roja 8'ê Adarê weke Roja navneteweyeyî ji bo jinên Karker hate destnîşankirin, em hemû jinên ku li ser riya wan dimeşinê, silav dikin. 
 
Li hember tecrîdê mezinkirina têkoşîna jinê pêwiste
 
Di heman demê de em berxwedana zindanan silav dikin. Di serî de jî ramangerê Netewî Abdulah Ocalan ê ku zêdetirî 20 sal li Girava Îmraliyê di tecrîdeke girankirî de têkoşînê dike silav dikin.  Di vê dawiyê de nûçeyek hate belavkirin, ev nûçe fikar û gumanên li ser rewşa tenduristiya Rêbertî zêdetir kir. Em dixwazin ku piştî li daristana Îmralî şewat derket,  rewşa tenduristiya Rêbertî ji me were eşkerekirin, ev yek jî bi desturdayîna malbat û parêzerên Rêbertî ku bi wî re hevdîtinê bikin e. Bingeha têkoşîn û azadiya me ya jinan li ser esasê fikirên Rêber Abdulah Ocalan e, ji ber vê yekê em soz didin ku têkoşîna xwe bilind bikin, heta ev tecrîd rabe û azadiya wî pêk were.
 
Di biharê de xweza dixemle, pê re jin jî geş dibe
 
Her sal, bihar rojek taybet bi xwe re tîne, yek ji qonaxên herî girîng ê têkoşîna jinê tê nîşandan, bi berxwedêr, fedakarî û serkeftinên dîrokî pesnê xwe dide, Di biharê de, xweza dixemle, pê re jin jî geş dibe. Ji ber ku jin mîna xwezayê, her gav di rewşeke nûbûn û vejînê de ye.
 
Em serbilind in ku pêşengiya vê şoreşê dikin 
 
Bîranîna vê rojê bîranîna mîrateya berxwedana jinê ye û temamkirina riya wê ya berxwedanê ye. Ji ber ku jin rola pêşengiyê di her warên jiyanê de lîstiye,ji ber vê yekê bala hemû hêzên deshilatdar û dagirker dikişîne. Di salên şoreşa Rojava de bi rengekî eşkere  rola jin diyar bû. Di encama mudaxeleya piraniya welatên herêmî û cîhanî de ji bo xizmeta berjewendîyên xwe hesab li ser glên Sûriyeyê kirin, ev yek bû  sedema qeyraneke cîhanî, yekemîn qurbanî jî  jin bû.  Bi alîkariya komên Selefî re, bi taybetî li deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, jin rastî cûreyên tundiyê hatin. Kirîza Sûriyê bi destwerdana Tirkiyê û piştgiriya wê ji komên çete re aloztir bû.  Dagirkirin û qutkirina  parçeyên ji axa Sûriyê weke: herêmên Cerablus, Idlib, El-Bab, Izaz, Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî tevî van hemûyan jî, Lê belê jinê xwe radestnekir. Berevajî vê, bû çira berxwedanê, vîna grêdana wê ya bi axê re û vegerandina mafên xwe, dest bi jiyana qonaxên rizgariya xwe ya yekem kir. Jin  ne rehîneyeke ji şermbûn ye, vîna jinan xurt e. Em serbilind in ku pêşengiya vê şoreşê dikin, bi hev re Roja Jinê di rewşeke azadiyê de pîroz dikin.
 
Her rojê em ê bikin 8'ê Adarê
 
Em her gav bawer in ku têkoşîn tenê riya azadiyê ye, werin em bibin yek û rabin ser piyan û li pêşiya faşîzmê bisekinin. Her rojê em ê bikin 8'ê Adarê. Li ser vî esasî, em bang li hemû sazî û tevgehên jinan dikin, ên ku baweriya wan bi azadiya jinên li cîhanê heye. Em dibêjin  yekrêzî û têkoşîna xwe mezin bikin, ji bo ku em  bigihîjin armancên xwe. Em weke jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê salê 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê em ê bi dirûşma "Têkoşîna me azadî ye, berxwedana me serkeftin e" çalakiyên xwe lidarbixînin."
 
Bernameya Çalakiyên ji 1'ê Adarê heta 8' Adarê wiha ye:
 
"* Di 1ê Adarê de daxuyanî dê li sê kampan (Waşokanî - Til El-Simin - Şehba) bi beşdariyeke mezin were xwendin û di heman rojê de wê Mîhrîcana Jinên Rewşanbîr  li Herêma Cizîrê were destpêkirin.
 
*Di 2 û 3'yê Adarê de, li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîn wê bên li dar xistin, semîner û kurtefîlmên li ser jinê li Reqa dê were nîşandan.
 
*Di 4'ê Adarê de serdana Gundê Jinê (Jinwar) tê kirin, her wiha bernameyeke taybet bi rêveberiya gund re tê amadekirin, di heman rojê de, meşeke bi meşaleyan li deverên din, bi pêşengiya jinên ciwan, tê lidarxistin.
 
*Di 5'ê Adarê de,  li ser rewşa jinê di kirîza Sûriyê de li herêma Cizîrê civîn tê lidarxisitn, di heman rojê de, serdana goristana şehîdan tê kirin û li hemû bajaran find têne danîn. Herwiha li Dêrikê, serdana goristana Şehîd Hevrîn, Yadê Eqîda ji hêla jinên Dêrik û deverên din ve tê kirin.
 
*Di 6'ê mehê de, Konê Mîrasê li herêma Cizîrê, bi pêşengtiya  Tevgera Kevana Zêrîn, ji bo ku mîrasa hemû pêkhateyan nîşan bide tê vekrin.
 
*Di 7-ê mehê de, serdana hemû hevalên birîndar û hevalên jin ên di hemû saziyên leşkerî de dê bê kirin û di heman rojê de, deverên arkeolojîk dê bên ziyaretkirin.
 
*Di 8-Adarê Roja Jinan a Cîhanê de, dê pîrozbahiyeke ku hemû kantonan bigire nav xwe, bi beşdariya hemû jinan pêk were."