Kongreya Star bi boneya 8’ Adarê daxuyanîyek da
- 15:45 1 Adar 2020
- Rojane
QAMIŞLO - Di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhan Kongreya Star a bajarê Dêrikê daxuyaniyek da.
Nêzîkbûna 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê Kongreya Star a bajarê Dêrikê yê kantona Qamişloyê daxuyaniyek, da. Daxuyanî li navenda Kongreya Star bi beşdarbûna hemû sazî û dezgehên jinan ên bajêr, hat dayin ûji aliyê Rêveberiya Kongreya Star Wesfê Mûrad ve hat xwendin.
Daaxuyanî wiha ye:
“Bi dirûşmeya "Tekoşîna me azadî ye, berxwedana me serkeftin e" em îro dest bi çalakiyên xwe yên di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dikin didin destpêkirin û em vê rojê li hemû jinan pîroz dikin. Bûyera şewataê ku li Girava Îmraliyê pêk hat jî em şermezar dikin, em ê li hember vê bûyerê kar û xebatên xwe bêtir xurt bikin û bi şev û rojan li qadan bin, heta ku parêzer û malbat serdana Rêber Apo bikin. Banga me ji saziyên mafên mirovan re heye ku di demekê nêz de agahiyekê ji serokê me, bigirin. Çalekiyên me jî wê di çarçoveya vê yekê de bin heta ku em Rêber Apo azad bikin.”
Daxuyanî bi dirûşma “Bê serok jiyan nabe” bi dawî bû.