Li Hezexê hevdîtina jinan pêk hat

  • 15:14 1 Adar 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê li Hezexê hevdîtina jinan pêk anîn. Di hevdîtina jinan de Nuran Îmîr a HDP’yî ku axivî û wiha got: “Ji bo azadiya jinê divê em têkoşîna jinê mezin bikin. Naveroka 8’ê Adarê naveroka qêrîna jinê ye. Ew qêrîna jinê li çar parçeyên Kurdistanê û hemû cihanê belav bûye. Ji ber wê jî em vê rojê ji rêzê nabînin.”
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şirnexê, bi minasebeta 8'ê Adarê li navçeya Hezexa Şirnexê hevdîtina jinan pêk anîn. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, Hevseroka HDP’ê ya navçeya Hezexê Nafiya Geçgel, Hevşaredara Hezexê ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Songul Erden û gelek jin tevlî bûn.
 
Beriya axaftinan, jin bi kincên xwe yên kurdî govendê gerandin. Piştre axaftinan destpêkir.  Di serî de Hevşaredara  Hezexê ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Songul Erden axivî,  8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û got dê jin bi berxwedana xwe bi ser kevin.
 
‘Şahiya me asteng kirin’
 
Piştre Hevseroka HDP’ê ya navçeya Hezexê Nafiya Geçgel axivî û wê jî 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û  wiha got: “Me xwest em li  ber avahiya navçeya xwe şahiyê li dar bixin. Lê belê qeymaqemê navçeyê destûr neda ku em li ber avahiya xwe şahiyê li dar bixin. Ew tirsyan ku em jin dengê xwe bigihînin cihanê.”
 
‘Jin bi berxwedana xwe dê tecrîda li ser birêz Ocalan rabikin’
 
Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr axivî. Nuran, di serî de bal kişand ser Şewata ku li Girava Îmraliyê derket û wiha domand: “Piştî agir tu agahî ji girtîgehê nayê girtin û tu danûstandin nayên kirin. Di têkoşîna jin û xwenaskirinê de rol û mîsyona birêz Ocalan ji bo me girîng e. Heta ku em hebin em ê li ber xwe bidin û bibin minetarên keda birêz Ocalan. Divê kesên berpirsyar derbarê rewşa birêz Ocalan de agahiyê bidin me. Jin bi berxwedana xwe dê tecrîda li ser birêz Ocalan rabikin.”
 
‘163 salin tundî û zext û tundî li dijî jinê tê kirin’
 
Nuran, di dirêjiya axaftina xwe dederbarê dîroka 8’ê Adarê bi bîr xist û wiah dirêjî da axaftina xwe: “163 salin tundî û zextên ku li dijî jinê tên kirin û jin bi salanin li dijî van êrîşan berxwe didin. Berxwedan  û çepera jinê li hemû cihanê û Kurdistanê belav bû. Em ê rondik, berxwedan û qêrîna jinan bigihînin hev. Ji bo azadiyê divê em têkoşîna jinê mezin bikin. Naveroka 8’ê Adarê naveroka qêrîna jinê ye. Ew qêrîna jinê li çar parçeyê Kurdistanê û hemû cihanê belav bûye. Ji ber wê jî em vê rojê ji rêzê nabînin. Meşaleya ku beriya 163 salan hat pêxistin jinên cihanê ew dewr girtine. Ev berxwedana me jinan serhildana li dijî zext, zordarî û tundiyê ye. Em naxwazin ku êdî jinek din jî kêm bibe. Ji bo ev zext bên rakirin em jin divê berxwedana xwe mezin bikin. Çawa nîvê cihanê ji jinan pêk tê divê em wek hev jî bijîn.”
 
 Bername bi dirûşmeya  “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.