Li Rihayê Starta 8’ê Adarê hat dayîn

  • 14:58 1 Adar 2020
  • Rojane
RIHA - Platforma Jinan a Rihayê li Komeleya Jinan a Jiyanê bi daxuyaniyekê starta 8’ê Adarê Roja jinên Cîhanê da.
 
Platforma Jinan a Rihayê li Komelaya Jinan a Jiyanê starta 8’ê Adarê roja jinan a cîhanê da. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe surucu, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Sendîkaya Tenduristiyê (Ses) û bi jimarek zêde jin tevli daxuyaniyê bûn. Li ser navê Platformê ji baroya Rihayê Parêzer Mîhrîban Çelîk axivî û got em ê 8’ê Adara 2020’an diyarî Gulîstan Dokû bikin. Mîhrîban wiha wiha berdewam kir: “Emê di 1 – 7’ê mehê de programek têr û tijî derbas bikin, em ê weke jinên bi hêz yên Rihahyê ji bo têkoşîna azadiya  jinê bigihê astek herî mezin di berxwedanê de bin.”
 
‘Em 8’ê Adarê diyarî Gulîstan Doku dikin’
 
Mîhrîban di berdewamiya axaftina xwe de dîroka 8'ê Adarê bi bîr xist û wiha got: " 149 jinên di têkoşîna azadî, kedê, wekhevî û demokrasiyê de mafê xwe yê grevê pêk dianîn ku ji aliyê karsazan ve di fabrîqayê de hatin girtin û hatin şewitandin. Lê Çiqas êriş li dijî me pêk bên jî em dizanin ku jin hêza xwe ji yekitiyê û rêxistinbûnê digirin.  Em ê bi vê zanabûnê yekbûn û hêza xwe bikin yek û rêxistina xwe mezin bikin. Em hemû jinên di têkoşîna azadiyê de ked dane silav dikin û berxwedana wan bi rêz darî bi bîr tînin. Meryem herî dawî da diyarkirin ku ew 8’ê Adarê diyarî Gulîstan Doku dikin.”
 
Daxuyanî bi dirûşmên "Jin jiyan azadî" bi dawî bûn