Jin beriya 8'ê Adarê li bernameya taştê kom bûn

  • 12:42 1 Adar 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEAYAN - Li Wan û Îzmîrê jin di çarçoveya çalakiyê 8'ê Adarê Roja Jinan a Canê de di bernameya taştê de kom bûn.
 
Li Wanê Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê, di çarçoveya çalakyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li bernameya taştê kom bûn.  Bername li Pirtûkxaneya Lîlavê hat pêkanîn.
 
Aktîvîstên TJA'yê, piştî taştê, jin vexwendin mîtînga 8' ê Adarê ku wê li Wanê bê lidarxistin. Bername piştî bangê bi dawî bû.
 
Amed
 
Li Amedê jin di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Canê de di bernameya taştê de kom bûn.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li bernameya taştê ku li avahiya HDP'ê ya Navçeya Rezan a Amedê pêk hat kom bûn. Hevseroka HDP'ê bajêr Hulya Alokmen, Hevseroka DBP’ê ya bajêr Seval Gulmez, Parlamenterên HDP'ê Remziye Tosun û Semra Guzel, Dêrsim Dag, Rêxistinên jinan ên HDP'ê û DBP'ê yên bajar û navçeyan.
 
Piştî taştê jinan li derve govend gerand û bername bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû. 
 
Îzmîr
 
Meclisa Jinên Sosyalîst (SKM) di çarçoveya çalakiyê 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de bi bernameya taştê bi jinan re hat gel hev. Di bernameya hat pêkanîn de, li gel Hevseroka (HDP) ya Îzmîrê Besriye Tekgur, rêxistina HDP'ê ya bjarê, Dayiêên Aştiyê, Hevberdevka HDK'ê ya Îmrîrê Yaşe Yilmaz gelek jinên din jî tevli bernameyê bûn. 
 
Di dawiya bernameyê de hemû jin ji bo tevli çalakiyên 8'ê Adarê bibin hatin vexwendin.
 
Edene
 
TJA û Meclisa Jinan a DHP'ê di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhan de li navçe û taxên Edeneyê, li bazara belavokên 8'ê Adarê belava kirin. Jin bi elqeyeke mezin a gel hatin pêşwazîkirin. Jinan banga tevlibûna meşa ku wê di 8'ê Adarê de li ser Pira Kasim Golek saet di 13.30'an de bê destpêkirin û tevlibûna mîtînga 8'ê Adarê ku wê li Qada Ugur Mumcu bê li darxisitn kirin.