Nûçegîhan li Edîrneyê hatin binçavkirin
- 09:24 1 Adar 2020
- Rojane
STENBOL - Nûçegihanên MA'yê Îdrîs Sayilgan û Nacî Kaya, li Edîrneyê dema rewşa penberan dışopandın hatin binçavkirin.
Nûçegihanên ajansa Mezopotamyayê (MA) Îdrîs Sayilgan û Nacî Kaya, li Edîrneyê gava nûçe der barê penaberan de dişopandin hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku Îdrîs û Nacî birine Fermandariya Cendirmeyan a Navendî ya Edîrneyê û ji wan re gotine 'Li deverên qedexe girtina dîmenan qedexe ye'.
Her wiha hat diyarkirin ku ji xeynî Îdrîs û nacî hin rojnamevanên din jî hatine binçavkirin.