‘Ji bo rakirina tecrîdê gelo divê dîsa grev dest pê bike?”

  • 09:19 1 Adar 2020
  • Rojane
WAN - Jinan diyar kirin ku piştî şewata li Girava Îmraliyê ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan lê ye derketiye şûnde divê hevdîtin bên kirin û gotin: “Gelo divê ji bo şikandina tecrîdê dîsa grevên birçîbûnê bên destpêkirin?”
 
Hevseroka KCD û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê şikandin di 8’ê Mijdara 2018’an de dest bi greva birçîbûnê kiribû û piştre li hemû girtîgehan û gelek welatan belav bûbû. Di encama grevan de di 2 û 22’ê Gulanêde, 12 û 18’ê Hezîranê de di 7’ê Tebaxa 2019’an de parêzer çûbûn Îmraliyê û hevdîtin pêk anîbûn. Lê tecrîd piştre dîsa ketibû dewrê. Çalakiyên ji bo şikandina tecrîdê didomin û li aliyê din jî rojek berê li Girava Îmraliyê şewat derketibû û gel ji ber vê ji rewşa Abdullah Ocalan û girtiyên din bi fikar e. Li gelek navendan çalakî û bername pêk hatin û hat gotin ku divê hevdîtin dest pê bikin.
 
‘Divê demildest biçin Îmraliyê’
 
Hevseroka Giştî ya Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî ya bi Girtî û Malbatên Girtiyan MED (MED-TUHAY-FED) Elîf Haran diyar kir ku ji ber şewata li gravê bi fikar in û got: “Rêxistinên civaka sivîl û parêzeran daxuyanî dan lê hîna hevdîtinek nehatiye kirin. Di vê nokteyê de ji bo fikarên me ji holê rabin divê demildest hevdîtin bê kirin.”
 
‘Gelo divê dîsa grev dest pê bike?’
 
Rabîa Algur jî destnîşan kir ku heta ku tecrîd bidome wê aştî neyê û wiha pê de çû: “Heta tecrîd ranebe wê zextên li ser gel jî ranebe. Herî dawî tecrîd bi grevê hat şikandin. Gelo divê ji bo rakirina tecrîdê dîsa grev bên destpêkirin? Hevdîtin 10 meh berê pêk hat. Ev rewş nikare bê qebûlkirin. Bi vî awayî nikarin me bixapînin.”
 
‘Em êdî çareseriyê dipên’
 
Rabîayê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ji bo aştiyeke bi rûmet bi salane têdikoşin û wiha dawî lê anî: “Divê mafê me bê dayîn. Em aştiyê dixwazin, ew dikin zindanan. Mafên me xesp dikin. Dixwazin em tune bibin lê em naqedin. Em dixwazin tecrîd bi dawî bibe. Em êdî çareseriyê dixwazin.”
 
‘Ev wisa derbas nabe’
 
Xemê Aydin ya ku kurê wê li girtîgeha Tîpa T ya Tokatê dimîne û tevlî greva birçîbûnê ya 200 rojî berdewam kiribû, bûbû jî wiha got: “Kurê min nêzî 3 mehan ket grevê niha gelek pirsgirêkan ji ber wê dijî. 8 kesî jiyana xwe ji det dan. Bi dehan kes bi nexweşiyên kronîk ketin. Divê ev tecrîd demildest rabe. Ev wisa derbas nabe.”