‘Daraz pir lewaz tev digere’

  • 09:12 1 Adar 2020
  • Rojane
Habîbe Eren
 
ENQERE - Li Polatli ya Enqereyê Eylul a 8 salî ji aliyê Ugur Koçyîgît ve rastî êrîşa zayendî hatibû û piştre hatibû qetilkirin. Ugur Koçyîgît û Huriye Koçyîgît ya alîkarî dabû wî, ji dozê tên darizandin û biryara ji dozê derkeve tê payîn. Dayika Eylulê Şerîfe Yaglikara da zanîn ku divê demildest encam derkeve û cezayê herî giran bê dayîn.
 
Li navçeya Polatli ya Enqereyê li taxa Uzunbeylî di 22’ê Hezîrana 2018’an de zaroka bi navê Eylul Yaglikara ya 8 salî winda bûbû û hefteyek şûnde mirî hatibû dîtin. Piştî bûyer derket holê ku kesê bi navê Ugur Koçyîgît êrîşa zayendî li hember pêk aniye û qetil kiriye. Gumanbar û dayika wî Huriye Koçyîgît ku alîkarî dabûyê, li 7’emîn Dadgeha Cezaya Giran tên darizandin û piştî mutalata hat vegotin rûniştin taloqî 17’ê Nîsanê kirin.
 
Gumanbar Ugur Koçyîgît ji sûcên ‘kes ji azadiyê bêpar hiştin’, ‘ji qestî zarok kuştin’ û ‘êrîşa zayendî ya li hember zarok’ bi cezayê muebeta giran û 39 sal ceza tê darizandin û Huriye Koçyîgît jî ji ber alîkarî daye bi 20 sal ceza tê darizandin. Rûniştin ji 2018’an de didome û rûniştina 5’emîn di 7’ê Sibatê de hat dîtin.
 
Malbata ku ji dadgehê biryar dipa, li hember heyeta dadgehê berteka ‘êdî bes e’ nîşan da. Serokê dadgehê jî got malbatê ji salonê derxînin.
Malbata Eylulê daxwaz kir ku Huriye Koçyîgît ya ku 8 mehan hatiye giritn û piştre hatiye berdan dîsa bê girtin. Dayika Eylulê Şerîfeyê bertek nîşanê dirêjkirina pêvajoya dozê da.
 
‘Bila demildest bi encam bibe’
 
Şerîfeyê bi lêv kir ku li dijî tehliyekirina Huriyeyê îtîraz kirine û got: “Huriye alîkariyê dide gumanbar. Tevî ku bûyerê dizane bêdeng dimîne. Em 8 rojan li Eylulê geriyan. Hevkariya wan di axaftinên telefonan de jî derket. Hevjîna gumanbar ewil îfade da û piştre guhert. Îfadeyên bi naqok hene. Di her rûniştinê de dema em rûyê gumanbar dibînin heman êşê dijîn. Dadger mafên gotinê nadin me. Em dixwazin dengê xwe bidin bihîstin lê nahêlin. Em dixwazin demildest bi encam bibe.”
 
‘Daraz û dewlet lewaz tev digere’
 
Şerîfeyê di berdewamiya axaftina xwe de got ew dixwazin gumanbar cezayê herî giran bigire û ev tişt bi lêv kir: “Em dixwazin ew jî êşê bikşînin. Qe nebe bila hinek êşa me sivik bibe. Pêvajoya dadgehê bi pirsgirêk e. Ji ber vê em dixwazin demildest bi encam bibe. Dewlet û daraz lewaz tev digerin. Bila cezayên giran bigirin. Bûyerên wisa roj bi roj zêde dibin. Dema Eylul hat qetilkirin canê gelek dayikan şewitî. Ya Sedanurê şewitî, ya Leylayê şewitî. Gelo heman tişt bihata serê wan wê çi bijiyana? Saziyên civaka sivîl û civakê em tenê nehiştin. Meş pêk anîn. Mala kujer kevir kirin. Em tu car tenê nehiştin. Her tim ligel me bûn. Piştgirî dan me. Daxwaza me ev e ku kujer û bepirs cezayên herî giran bigirin. Her wiha daxwaza me ev e ku her kes di rûniştina biryarê de ligel me bin.”