Nan û Kulîlk ji bo 8’ê Adarê xwe amade dike

  • 09:06 1 Adar 2020
  • Rojane
Fîlîz Zeyrek
 
EDENE - Koma Ekmek ve Gul li Edenê dest bi amadekariya 8’ê Adarê kir. Edîtora Ekmek û Gul, Sevda Karaca diyar kir ku ji bo 8’ê Adareke ku hêz, yekitiyê zêde dike û jiyanê diguhere, divê hemû jina li qadan bên cem hev.
 
Koma Ekmek û Gul (Nan û Kulîlk) dest bi amadekariyên 8’ê Adara ku îsal bi dirûşma "Li dijî demsala tirsê, hêza jinê bi hev re têkoşîne" pêk tê, kir. Edîtora Ekmek ve Gul Sevda Karaca, diyar kir ku rojeva jinan îsal pir tijeye û got: “Ji ber krîza aborî, gel bi xizanî û betaliyeke mezin ket 2020’an. Bêguman barê giran yê krîzê jin hildigirin. Ji ber krîzê şîdet jî zêde bû. Her diçe bûyerên xwekuştinê dertên holê. Em ê li dijî şîdet, krîz û newekheviyê bi dirûşma "Hêza me yekitiya me ye" biçin 8’ê Adarê.”
 
Sevdayê daxuyakirin ku 8’ê Adarê ji bo jin bên cem hev û derfetan zêde bikin gelek girîng e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em dixwazin bi awayekî xurt xwe ji bo 8’ê Adarê amade bikin. Em li her çar aliyê Tirkiyeyê bi jinan re hevdîtinên ‘ekmek ve gul’ pêk tînin. Ji bo ev 8’ê Adarê jiyana me biguherîne em bi hev re têdikoşin.”
 
Endama koma Ekmek ve Gul, Gulsum Mansur Îmrek jî got di pêvajoyeke ku jin bi awayekî bi bandor tevlî têkoşînê dibin û got: “Di vê 8’ê Adarê de wê daxwazên jinan zêdetir derkevin pêş. Em heqdestê wekhev, di qada xebatê de wekheviya pozîtîf daxwaz dikin. Em dixwazin ku jin zêdetir li qadên xebatê cih bigirin. Ez bang li hemû jinan dikim ku dakevin qadan.”
 
Ji ekîba Ekmek ve Gul, Fatma Koç jî der barê xebatan de agahî da û got: “Em beriya 8’ê Adarê bi jinan re hatin cem hev. Li Edenê xebatên mîtînga 8’ê Adarê heye. Wê koroya jinan a Ekmek ve Gul derkeve ser dîkê. Em banga têkoşînê li hemû jinan dikin.”