Xuşka girtiyê nexweş: Derman kêm tên dayîn û sewk nakin

  • 09:04 1 Adar 2020
  • Rojane
STENBOL - Xuşka girtiyê nexweş ê bi navê Mehemet Soylu ku 4' sal e li Girtîgeha Maltepeyê girtî ye Emîne Kara, diyar kir ku dermanê birayê wê hemû nayên dayîn û di warê sewkirinê de jî pirsgirêkan dijî. 
 
Binpêrinên mafan ên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê  roj bi roj zêde dibin. Li gel van binpêkriinên mafan rewşa girtiyên nexweş jî roj bi roj girtantir dibe. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) 457 jê rewşa wan giran bi giştî 333  girtiyên nexweş hene. Ji van girtiyên nexweş ku li girtîgehan bi tundiyê re rûbirû dimînin yek jê jî girtiyê nexweş yê  4 sal e li Girtîgeha Maltepeyê gîrtî Mehmet Soylu ye. 
 
'Bijîşk eleqedar nabin'
 
Xuşka Mehmet Emîne Kara diyar kir ku Mehmet li gel fetqa piştî nexweşê tansiyonê ye jî, li gel dayika wê berî bi 4 salan hatiye girtin û di wê serdemê de jî bi gelek nexweşiyan ketiye.  Emîneyê diyar kir ku dayika wê piştî bi sal û nîvekê haiye tahliyekirin, lê Mehmet 4 sale di girtîgehê de ye. Emîne diyar kir ku bijîşk bi birayê wê eleqedar nabin û dermanên wî jî hemûyan nadin. 
 
'Zarok dixwazin bavê wan bê berdan'
 
Emîne anî ziman ku Mehmet di sewkirina nexweşxaneyê de jî pirsgirêkan dijî û wiha berdewam kir: "Herî dawî berî bi 3 mehan çûye nexweşxaneyê .Dema dixwaze wî naşînin. Piştî ku rewşa wî gelek giran dibe wî dibin nexweşxaneyê. Zarokên birayê min her roj li bavê xwe digerein. Di warê derûnî de rewşa wan xirab dibe. Zarok ji mehê carekê diarin bavê xwe bibînin. Zarok dixwazin bavê wan bê berdan."
 
'Lêgerîna tazî tê ferzkirin'
 
Emîneyê bal kişand pirsgirêkên ku di dema hevdîtinê de dijîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dema em diçin hevdîtinê li gel lêgerîna bi caran lêgerîna tazî li me tê ferzkirin. Em ji vê gelek aciz in. Dem bi dem rêbaza wan a lêgrînê jî diguhere. Êrîşa li girtiyan tê kirin di heman demê de li malbatan jî tê kirin. Bila hemû girtiyên nexweş bên berdan."