HPC-JIN: Em di nava şertên dijwar de kolanên xwe diparêzin

  • 09:02 1 Adar 2020
  • Rojane
Sorgul Şêxo 
 
HESEKÊ - Li hember êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê, Endamên HPC-JIN  kolanên bajarê xwe diparêzin. Jinên ku kolanên bajarê xwe diparêzin wih gotin: "Li ber dengê gule û topên dijmin jî em perwerdeyê xwe her hefteyê carekê dibînin. Em heta destê sibehê ji bo parastina gelê xwe şiyar dimînin."
 
Berxwedana Rûmetê ya li dijî êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dewam dike. Li dijî van êrîşan gel ji 7 salî heta 70 salî, endam û rêveberên saziyên civaka sivîl, HPC-JIN û Hêzên Ewlekariya Hundirîn(Asayîş) di nava tevgerê de ne. 
 
Endam û rêveber ên Hêzên Parastina Civakê-Jin HPC-JIN li dijî êrîşan kolanên navçeya Zirganê diparêzin û dewriyên şevê jî diavêjin. Jinên kolanên bajarê xwe diparêzin wiha gotin:"Em di nava şerdên dijwar de kolanên xwe diparêzin."
 
'Parastina kolanan û dewriyeyên şevê'
 
Terfa Mihemed diyar kir ku  ev 4 sal in endama  HPC-JIN'ê ye û wiha dom kir: "Armanca min a tevlîbûnê ew e ku di asta yekemîn de jin û civakê biparêzim û Rêberê xwe azad bikim. Ne tenê çeka mirov yek dikare xwe pê biparêze, îradeya mirov hebe wê bikaribe hebûn û nasnameya xwe wekî jin biparêze. Em kolanê xwe jî diparêzin û ji bo dewriyeyên şevê jî derdikevin."
 
'Di nava şerd û mercên şer de em perwerdeyê dibînin'
 
Terfayê da xuya kirin ku ew perwerdeyên xwe jî dibînin û wiha dewam kir:"Di nava vê rewşa şer de û li ber dengê gule û topên dijmin jî em perwerdeyên xwe her hefteyê carekê dibînin. Em heta destê sibehê ji bo parastina gelê xwe şiyar dimînin. Gelê me hêzê ji sekin û têkoşîna me digire û girêdana wan y bi axê re zêde dibe."
 
'Em hene û em ê wan biparêzin'
 
Terfayê bal kişand ser famkirina fikir û ramanên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku tirsê ji dilê wan dertîne û wiha pê de çû:"Mirinek me hebe bila bi rûmetî be ku nifşên peyî me jî qala berxwedana me bikin. Tirs heye, lê dema em fikir û ramanên Rêber Apo fam dikin şûna wê tirsê hêrsa me li hember dagirkeran xurt dibe. Bila gel netirse. Em hene û em ê wan biparêzin. Jin jiyan azadî."
 
'Em yekîtiya xwe ava bikin û destkeftiyên şoreşê biparêzin' 
 
Rêvebera HPC-JIN Meryem Qasim jî ev yek anî ziman:"Ji bo parastina navçeyê û gundewarên wê em bi şev û roj li ser piyan in. Ez dayika 5 zaroka me. Zarokên xwe li malê dihêlim û têm navçeyê parastina kolanan bi hevalên xwe re dikim û em perwerdeyê jî dibînin."
 
'Divê gel yekîtiya xwe ava bike'
 
Meryemê bi vê peyamê dawî li gotina xwe anî: "Eger em wekî gelê kurd nebin yek ew ê gelek dever werin dagirkirin. Pêwîst e tevahî jinên cîhanê rabin ser piyan û gel yekîtiya xwe ava bike da ku em bikaribin destkeftiyên Şoreşa Rojava ku bi xwîn û keda şehîdan hatiye bidestxistin, biparêzin."