ROJEVA 1'Ê ADARA 2020'AN

  • 09:00 1 Adar 2020
  • Rojev
*Li hember êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê, Endamên HPC-JIN  kolanên bajarê xwe diparêzin. Jinên ku kolanên bajarê xwe diparêzin wih gotin: "Li ber dengê gule û topên dijmin jî em perwerdeyê xwe her hefteyê carekê dibînin. Em heta destê sibehê ji bo parastina gelê xwe şiyar dimînin." DÎMEN HEYE
 
*Qeyrana aborî û pergala perwerdê êdî dibe sedema zêdebûna xwekuştinê. Sekretera Jinan a Egîtîm Senê Zeyneb Aykat, diyar kir ku derbarê çareseriya pirsgirêkan û îstîhdamkirinê de polîtîka nayên afirandin û got: "Bi taybetî ciwan ji ber polîtîkayên heyî êdî ji pêşeroja xwe bêbawer û bêhêvîne." DÎMEN HEYE
 
*Jinan bi minasebeta 8’ê Adarê kurtefîlmek amade kirin. Di kurtefîlmê de têkoşîn û berxwedana Hypatîa, Rosa Luksenburg, Xwîşkên Mîrabel, Leyla Qasim, Sakîne Cansiz û Hevrîn Xelef tê vegotin. Bi kurtefîmê tê armanckirin ku xwedî li mîrateya têkoşêr û berxwedêrên jin derkevin. DÎMEN HEYE 
 
*Koma Ekmek ve Gul li Edenê dest bi amadekariya 8’ê Adarê kir. Edîtora Ekmek û Gul, Sevda Karaca diyar kir ku ji bo 8’ê Adareke ku hêz, yekitiyê zêde dike û jiyanê diguhere, divê hemû jina li qadan bên cem hev. DÎMEN HEYE 
 
*Seroka Jin a ewil a Şaxa ÎMO ya Îzmîrê Eylem Ulutaş Ayatar, da zanîn ku wê li dijî newekheviya zayendî û betaliya jinan têbikoşin û di 8’ê Adarê de wê bi baretên xwe li qadan bin. DÎMEN HEYE 
 
*Li Polatli ya Enqereyê Eylul a 8 salî ji aliyê Ugur Koçyîgît ve rastî êrîşa zayendî hatibû û piştre hatibû qetilkirin. Ugur Koçyîgît û Huriye Koçyîgît ya alîkarî dabû wî, ji dozê tên darizandin û biryara ji dozê derkeve tê payîn. Dayika Eylulê Şerîfe Yaglikara da zanîn ku divê demildest encam derkeve û cezayê herî giran bê dayîn. DÎMEN HEYE 
 
*Alev Şahîn ku piştî bi KHK’ê hat îxrackirin şûnde Qada Duzceyê veguhert qada berxwedanê, da zanîn ku 8’ê Adarê cara sêyemîn bi berxwedana xwe pêşwazî dike û got ala 8’ê Adarê wê dest bi dest bê ragihandin û berdewam bike. DÎMEN HEYE 
 
*Dermanfiroş Umran Duran got alavên tibî yên ji bo parastina vîrusa Korona gelek biha bûne û got: “Li Tirkiyeyê rûpûşên tên hilberandin îxracê derveyê welat dikin û kesên vê ji bo derfeta xwe bi kar tînin jî bi armanca bazirganiyê stok dikin. Van pêkanînan jî rê li ber bihabûna alavên tibî vekir.”
 
*Jinan diyar kirin ku piştî şewata li Girava Îmraliyê ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan lê ye derketiye şûnde divê hevdîtin bên kirin û gotin: “Gelo divê ji bo şikandina tecrîdê dîsa grevên birçîbûnê bên destpêkirin?”DÎMEN HEYE 
 
* Emîne Kara diyar kir ku rewşa birayê wê Mehmet Soylu yê li girtîgeha Maltepeyê 4 sale girtiye, her diçe xerab dibe û diyar kir ku di sewqkirina nexweşxaneyê de pirsgirêkan dijî û derman jî kêm tên dayîn. DÎMEN HEYE