Salîha Aydenîz: Kesên ku tezkere erê kirîn dê hesab bidin gelên Tirkiyeyê

  • 16:25 29 Sibat 2020
  • Rojane
ÊLÎH - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz di kongreya MEBYA-DER'ê de axivî û got: "Kesên ku tezkereya Idlibê erê kirîn dê hesabê bidin gelên Tirkiyeyê."
 
1'emîn Kongreya awarte ya Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbat û Xizmên Windayan a Mezopotamyayê (MEBYA-DER), li eywaneya Alyansê ya Êlihê pêk hat. Hevseroka Giştî ya Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, parlementera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, malbatên girtiyan, rêxistinên HDP'ê yên navend û navçeyan tevlî kongreyê bûn. Di kongreyê de pankarta "Em ê bi hêza xwe ya rêxistinî nirxên xwe biparêzîn" hat daliqandin. Kongre bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di kongreyê de Salîha Aydenîz axivî.
 
Salîha diyar kir ku kesên ku tezkereya Idlibê erêkirîn wê hesabê jî bidin gel û got ku li dijî şer li her qadên jiyanê dê têkoşîna azadiyê û aştiyê bidin meşandin. Salîhayê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku AKP û MHP dixwaze pergala hiqûqa şer li ser tunekirina Gelê Kurd ava bike û got: "Ez di serî de cangoriyên azadiyê bi bîrtînim û bejna xwe li ber wan ditewînim. Gelê Kurd bi salane di oxira azadiyê de bedelên giran da. Bi van bedelên xwe heta roja îro hatin. Lê dewlet bi polîtîkayên bişaftinê û tunehesibandinê xwest hebûn û nirxên Gelê Kurd ji holê de rakin. Îro jî di sedsala 21'emîn de tifaqa faşîsta AKP û MHP'ê dixwaze bi heman polîtîkayan statîbûna Gelê Kurd û deskeftiyên Gelê Kurd ji holê rake. Lê bi hezaran sal in Gelê Kurd li ser vê xakê dijîn. Îro dewleta dagirker ji bo ku têkoşîna me tune bike, zêdetir li me û li ser nirxên gelê me êrîş dike. Li dijî polîtîkayên tunehesibandinê berxwedan û têkoşîna me bi hêztir û xurtir dibe."
 
'Krîza aborî û siyasî pêş dikeve' 
 
Salîhayê bal kişand ser tecrîta li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got ku tecrît çiqas giran bibe aloziya siyasî û aborî jî ewqas pêşde diçe û wiha pê de çû: "Dijminatiya bi kurdan re ne çareseriye. Ger ku îro kurd li Rojhilata Navîn de xwedî rol û mîsyoneke girîng bin hewceye ku dewlet dev ji polîtîkayên xwe berde. Bi polîtîkayên bişaftinê xwestin ku li ku derê deskeftiyeke kurd hebe wan ji holê de rakin. Lê ev polîtîka tu caran negihiştiye armanca xwe û wê negihîjê armanca xwe. Li ku derê daxwaziya aştî û azadiyê bilind bibe li vir êrîş pêk tên. Niha li ser çapemeniya azad û alîgerên demokrasiyê êrîşên giran hene. Bi hiqûqa şer çareserî wê bixitimin ev rêbaze ne rêbaze ne rêbazeke rast e. Ji bo ku hiqûqa şer ava bikin li ser birêz Ocalan tecrîtê giran dikin. 21 sal in tecrîteke giran heye. Ev tecrît di şexsê birêz Ocalan de li ser tevahiya gelên Tirkiyeyê tê meşandin. Heta ku ev tecrît neyê bi dawî kirin em nikarîn behsa aştiyeke mayînde û hevpar bikin. Çiqas tecrît giran bibe, aborî jî ewqas têk biçe, çiqas tecrît giran bibe aloziya siyasî jî ewqas pêş bikeve. Ji ber wê jî em dibêjîn rêya demokrasiyê û rêya azadiya Kurdistanê bi azadiya birêz Ocalan pêkan e. Ji ber vê yekê divê Gelê Kurd û alîgerên demokrasî û azadiyê li dijî tecrîtê li ber xwe bidin."
 
'Kesên ku ji tezkere erê kirin dê hesabê bidin' 
 
Salîhayê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku kesên ku tezkereya Idlibê erêkirîn wê hesab bidin gel û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Kesên ku tezkereya Efrîn û Idlibê erêkirîn niha jî difikirin ki wê hesabeke çawa bidîn gel. Kesên ku tezkereya Idlibê erêkirîn hewceye ku hesab bidin gelên Tirkiyeyê. Ji ber ku şer xwîne, şer dilşewatiye, hestirên çavên dayikan e. Lê ji şer re dibêjin na. Îro kesên ku ji tezkereyê re gotin erê wê hesab bidin. Lê em dizanîn ku erêkirina vê tezkereyê êrîşkirina deskeftiyên Gelê Kurd e."
 
Di kongreyê de Şukriye Sîncar û Ahmet Yaşar bûn hevserokên MEBYA-DER'ê