'Bi têkoşîna 41 salî êdî jin derbasî pêvajoyeke nû bû'

  • 15:20 29 Sibat 2020
  • Rojane
Sorgul şêxo
 
HESEKÊ - Perwerdeya Kongreya Star  a ji bo jinan bi dawî bû. 
 
Kongreya Star a navçeya Til Temirê perwerdeya xwendinê ya  ku ji bo jinan dest pê kiribû û ev meheke dewam dikir bi dawî kir. 
 
'Xwendin mirovan pêş dixe'
 
Endama Meclîsa Kongreya Star a navçeyê Elya Oglo derbarê perwerdeyê de wiha nêrîna xwe anî ziman: "Perwerdeya me bi nîqaş û nirxandinên pir berfireh derbas bû. Xwendina pirtûka ‘Jin û Malbat’ û fêmkirina wê ya di piratîkê de, dibe rêya çareseriya tevahî pirsgirkên civakî, aborî, siyasî û çandî. Bi xwendina pirtûkê re me nas kir ku heya niha em tam neghîştine wê rastiya ku serokatî qala wê dike. Xwendin mirovan pêş dixe."
 
'Bi têkoşîna 41 salî êdî jin derbasî pêvajoyeke nû bû'
 
Elyayê di dewamiya gotinên xwe de ev tişt got: "Bi têkoşîna 41 salî êdî jin derbasî pêvajoyeke nû bû. Di aliyê hevsengiya di navbera wê û mêr de, hevjiyana azad û di mijara hevserokatiyê de jî, gaveke erênî û ber biçav, avêtiye. Têkoşîna 41 salî hêz, îrade, vîn û hûnera jinê da der û ji tevahî jinên cîhanê re bûn nimûneyên jinên azad. Pirtûkên serokatî weke cewherekê di nav destên me de ye. Pêwîst e her kes bixwîne û sûdê jê werbigire."
 
'Em ê perwerdeyên xwe dewam bikin'  
 
Endama Mala Jinê Emel Baravî jî ev yek anî ziman: "Me gelekî sûd ji perwerdeyê girt. Bi taybet  weke mala jinê ku di vê şoreşê de me  roleke girîng di aliyê çareserkirina pirsgirêkên jin û civakê de, lîst. Ji pirtûka ku me xwend me nîşe girtin, da ku em li mala jinê û di nav komînan de weke semîneran bidin. Em ê di demê pêş de jî pirtûkên din bixwînin û perwerdeya xwe dîsa dewam bikin."