Feleknas Uca: Li îmraliyê çi diqewime, dewlet çi vedişere?

  • 16:26 28 Sibat 2020
  • Rojane
ÊLÎH - Li Grava Îmraliyê ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan lê di girtîgehê de ye duh şewata daristanê derket. Der  barê şewatê de li Êlîhê daxuyanî hat dayîn. 
 
Li Grava Îmraliyê ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan lê di girtîgehê de ye duh şewata daristanê derket. Der barê şewatê de ji aliye hikûmetê ve heta niha bi tu awayî ji raya giştî re daxuyanî  nehatiye  dayîn. Li Êlîhê bi tevlîbûna Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) bi tevlibûna parlamentera HDP'ê Feleknas Uca, Aktivîstên TJA’yê û  rêxistina HDP’ê ya bajarokê Kaniyahinê li ber avahiya HDP’ê ya bajarokê têkildarî şewatadaristana Îmraliyê daxuyanî ji çapemeniyê re hat dayîn. Daxuyanî ji aliye Parlementera HDP’ê Feleknas Uca ve hat xwendin. Feleknasê anî ziman ku pêwîste dewlet bi lez der bare  rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de agahiyê bide. 
 
‘Li Îmraliyê çi diqewime?’
 
Feleknasê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ew ji rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah calan bi fikarin û wiha got:” Duh li Îmraliyê şewat derket. Lê der heqê vê şewatê de tu agahî ji raya giştî re nehatine parvekirin. Wezîrê KarêN Hundir Suleyman Soylu daxuyanî da û bi çend gotinaN rewş vegot. Birêz Ocalan ne mirovekÎ ji rêzê ye. Birêz Ocalan ne tenê rêberê Gelê Kurde, di heman demê de mîmarê aşitî û hêza azadiyê ye. Ji xwe gotinên ku di raya giştî de derketin holê fikarên mezin bi xwe re tîne. Pêwîst bû ku wezîrê edeletê der bare rewşê de daxuyanî dabûya. Lê balkêşe ku ev daxuyanî ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ve hate dayîn. Ji ber wê jî em li vir dipirsîn, Li Îmraliyê çi diqewime? Çima agirê derketiye pêşiya wî nehatiye girtin? Di rewşeke wiha de çima destûra ku malbat biçe hevdîtinê nayê qebûlkirin?”
 
‘Tiştek bê serê birêz Ocalan ji vê dewlet berpirsyare’
 
Feleknasê di berdewamiya axaftina xwe  anî ziman ku dema derbeya leşkerî jî heman polîtîka hate meşandin û wiha dom kir:” Dema ku darbeya leşkerî jî çêbû bi balafiran dîsa êrîşî îmraliyê kirin. Di wê demê de jî gel ji Îmraliyê bI fikar bû. Dewlet li Îmraliyê polîtikayeke çawa dide meşandin û çima vê ji raya giştî re parve nake. Wekî ku tê zanîn di sala 2018’an de bi pêşengiya Leyla Guven û girtîyan û li hemû deverên cîhanê çalakiyên greva birçîbûnê hatin destpêkirin. Li gel vê berwedanê wê demê destûr dan ku bi Îmraliyê re hevdîtin pêk bê. Piştre dîsa hevdîtinên bi Îmraliyê re hatin qutkirin. Em jî dixwazîn li vir bibêjîn ku tiştek bê serê birêz Ocalan ji vê yekê dewlet berpirsyare. Çi li Îmraliyê diqewime, dewlet çi vedişere? Birêz Ocalan ji bo Gelê Kurd xeta sor e. Divê dewlet vê rol û mîsyona birêz Ocalan ji bîr neke. Ji bo aşitiyeke mayînde divê em  berê xwe nedin Libyayê û Îdlibê em berê xwe bidîn îmraliyê. Deriyê îmraliyê vekin.”