Ji jinên girtî re pirtûk û zendik hatin şandin
- 12:27 28 Sibat 2020
- Rojane
AMED - TJA û TUAY - DER'ê bi minasebta 8'ê Adarê ji bo jinên girtî karta pîrozkirinê, zendik û pirtûk şandin.
Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Komeleya Piştavaniya bi Malabtên Girtiyan re (TUAY - DER) di çarçoveya çalakyên 8'ê Aarê Roja Jinan a Cîhanê de li ber PTT'ya Ofsa Yenişehira Amdê hatin gel hev û ji jinên li girtîgehan re kart, zendik û pirtûk şandin.
Li ser navê jinên ku di serî de kart şandin Hevseroka DHP'ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik axivî û got: "Bi wesîleya ku em 8'ê Adara Hevalên xwe yên di gitîgehê de ne pîroz bikin, li gel kartên ku em hersal dişînin vê salê me zendik û pirtûk jî lê zêdekirin û şandin. Wê çalakiyên me yên di çarçoveya 8'ê Adarê de berdewam bikin.
Piştî axaftinê çalakî bi çepikan bi dawî bû.