'Şewata Îmraliyê, hedefgirtina gelê azadixwaz e'

  • 09:36 28 Sibat 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Jinên Efrînê şewitandina daristana Îmraliyê nirxandin û wiha gotin: "Şewitandina daristana Îmraliyê, hedefgirtina gelên aşîtî û azadîxwaz e."
 
Li Girava Îmraliyê ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocaln lê di girtîgehê de şewata daristanê derket. Li seranserî Rojava gel daketin qadan û ji bo rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi fikar in. Ji bo şewata Îmraliyê jinên Efrînê nêrînên xwe parve kirin. 
 
'Fikir û felsefeya Rêber Apo di dil û rihê me de hatiye çandin'
 
Endama Meclîsa Kantona Efrînê Fatime Lekto, ji bo şewitandina daristana Imraliyê wiha  got: "Em şewitandina daristana li Îmraliyê şermezar dikin. Şewitandina daristana Îmraliyê bi komploya navneteweyî re girêdayî ye. Bi vê re jî xwest peyamek bide Gelê Kurd, lê wê Gelê Kurd van gefan qebûl neke û wê her di nava çalakiyan de be, ji ber fikir û felsefeya Rêber Apo di dil û rihê me de hatiye çandin. Divê dewleta tirk baş bizanibe em teslîmkariyê qebûl nakin û dev ji doza xwe bernadin. Heta em agahiyek bi tendurist ji Rêber Apo negirin em ê her di nav çalakiyên de bin."
 
'Şewata Îmraliyê, hedefgirtina gelê azadixwaz e'
 
Rêveberiya Yekîtiya Jinên Ciwan a herêma Efrînê Ferîde Nasan diyar kir ku ew siyaseta dewleta tirk baş dizanin û wiha pê de çû: "Em dewleta tirk û siyaseta wan baş nas dikin.  Dewleta tirk bi girankirina tecrîdê dixwaze gel ji Rêber Apo qut bike. Şewitandina daristana Îmraliyê, hedefgirtina gelên aşîtî û azadîxwaz e.  Dewleta tirk jî bila baş bizanibe em ê her li ser fikir û felsefeya Rêber Apo bimeşin û dev ji azadî û Rêber Apo bernadin."
 
'Pêwist e parêzer û malbat hevdîtinê pêk bînin'
 
Hevseroka Yekîtiya Werzîşê ya herêma Efrînê Gulê Cima jî wiha got: "Bi derketina vê şewatê, pêwist e parêzer û malbat bi Rêber Apo re hevdîtinê pêk bînin, ji ber em rewşa Rêber Apo meraq dikin. Em bang li hemû saziyên mafên mirovan û CPT dikin helwestek radîkal nîşan bidin da ku kiryarên dewleta tirk bi dawî bibe."