Sevîm Akdag: Her der ji bo jinan qada têkoşînê ye

  • 09:17 28 Sibat 2020
  • Rojane
 
 
Berîtan Canozer
 
AMED - Endama Meclîsa Jinên Ciwan a HDP’ê Sevîm Akdag diyar kir ku divê jinên ciwan li dijî polîtîkayên şerê taybet di 8’ê Adarê de dakevin qadan û  got: “Li zanîngeh, polê, otobus, lîse, kargeriyê li her derê divê jin li dijî tacîz û êrîşa zayendî dengê xwe bilind bikin. Ji bo jinan her der qada têkoşînê ye.
 
Endama Meclîsa Jinên Ciwan a HDP’ê Sevîm Akdag polîtîkayên şerê taybet ên li herêmê li hember ciwanan tê meşandin nirxand. Sevîmê da zanîn ku gelek sedemên kuştinên jinan û întîxaran heye û got ew mirinên biguman ne wek întîxar wek kuştin digirin dest.
 
Sevîmê da zanîn ku tiştên tên jiyîn girêdayê pêvajoya şer e û got: “Pêvajoyeke şerê giran tê jiyîn. Di civakê de şîdet zêde bûye. Desthilatdariyê hemû aborî, îdeolojî, pergala perwerdê û hemû polîtîkayên xwe daye ser şer. Yên herî zêde ji şer bi bandor dibin jî jin in. Jin ji aliyê kesên herî nêzî xwe ve tên qetilkirin. Ji aliyê mêrên ku qet nas nakin ve jî tên qetilkirin. Di pêvajoya dawî de xwendekara zanîngehê Gulîstan Doku winda bû.  Em nebawerin ku winda bûye jî. Ev dibe ku kuştin be, an jî windakirin be.”
 
‘Polîtîkayên ku aramiyê nadin’
 
Sevîmê bi lêv kir ku hedefa polîtîkayên şer jinên ciwanin û dixwazin ciwanan mahkumê vê pergalê bikin û got: “Berê xeyala herî mezin a ciwanan zanîngeh bû. Lê niha li zanîngehan ciwan ji ber bi bêrîka wan de yek lîrayek tune întîxar dikin. Di esasê de em dikarin bêjin ku ev ne întîxarin, cînayetên.  Berpirsên van întîxaran heye.  Polîtîkayên ku tehdîd dikin, direvînin, digirin û aramiyê nadin hene.”
 
‘Ciwan rastî zext û tehdîdan tên’
 
Sevîmê destnîşan kir ku xwendekar hatine asta ku nikarin mafên xwe yê pereyê nan jî biparêzin û got: “Dema ev maf tê xwestin sûcdar tên dîtin. Xwendekarên zanîngehê ji ber sedemên aborî întîxar dikin. Ya ku li ser xwendekaran pêk tê jî encama polîtîkayên zext û binpêkirinê ye.  Ciwan jî berteka xwe, bidawîkirina jiyana xwe didin.”
 
‘Piştî kongreyê em ketin pêvajoya nû’
 
Sevîmê di berdewamiyê de ev tişt bi lêv kir: “Riya vê di têkoşînê de derbas dibe. Em bi têkoşînê dikarin jiyana ku xeyal dikin ava bikin. Banga me ji bo hemû jinên ciwan eve ku riya vê di têkoşînê de derbas dibe.  Piştî pêvajoya kongreyê şûnde em jî ketin pêvajoya nûbûnê.”
 
‘Her der qada têkoşînê ye’
 
Sevîmê anî ziman ku ew li her derê hewl didin xwe bigihînin jinan û got: “Jin li malê, li zanîngehê li polê dikarin têbikoşin. Jinek ciwan li lîseyê dikare têkoşîna vê bide. Em dibêjin ku jin jiyane. Jî jin li her qada jiyanê ye. Her de ji bo jinan qada têkoşînê ye.Em ê di 8’ê Adarê de bi kortejan li qadan bin.  Em bang li hemû jinên ciwan dikin ku li qadan cihên xwe bigirin.”