ROJEVA 28'Ê SIBATA 2020'AN

  • 09:00 28 Sibat 2020
  • Rojev
* Hevseroka Nivîsgeha Lîstikên Jinan a Werzîşê ya li kantona Cizîrê Şungul Mihemed Hemo diyar kir ku werzîş pêwistiyeke girîng e û wiha got: “Jin di warê werzîşê de êdî bûye aliyekî bingehîn û wê di dema pêş de bibe yek ji çalakgerên bingehîn a di pêşbaziyên heyva gulanê de." DÎMEN HEYE
 
*Jinên li gundê Rihaniniyê yê navçeya Silopiyê anîn ziman ku di demsala zivistanê de ji ber ku hemû kar li ser milên wan dimîne karê wan ê rojane du qat zêde dibe. BI DÎMEN
 
*Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Evîn Paşo 8’ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanî li tevahî jinên cihanê pîroz kir û got: " 8’ê Adarê xwedîderketina li mafê xwe yê cewherî ye."DÎMEN HEYE
 
*Jinên tevlî kongreya HDP’ê bûn daxwaz kirin ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin û gotin: “Em vê zilma li hember rêbertiya me qebûl nakin. Divê dewlet demildest tecrîdê rabike.  Wê nikaribin kevoka aştiyê di bin tecrîdê de bihêlin.”DÎMEN HEYE
 
*Jinan diyar kirin ku di 8’ê Adarê de daxwaza wan a sereke ev e ku zanîngeh ewletir bin û her wiha wê ji bo Gulîstan Doku dakevin qadan.
 
*Îzzet Turan ku yek ji sedan girtiyên nexweş e, rewşa wî her diçe xerab dibe. Xwişka wî Leyla Turan diyar kir ku daxwazanmeyên didin Wezareta Dadê her tim tên redkirin û got: “Bêhestiyariya wezareta dadê ya li hember girtiyên nexweş ne mirovahî ye.”DÎMEN HEYE
 
*Endama Meclîsa Jinên Ciwan a HDP’ê Sevîm Akdag diyar kir ku divê jinên ciwan li dijî polîtîkayên şerê taybet di 8’ê Adarê de dakevin qadan û  got: “Li zanîngeh, polê, otobus, lîse, kargeriyê li her derê divê jin li dijî tacîz û êrîşa zayendî dengê xwe bilind bikin. Ji bo jinan her der qada têkoşînê ye. BI DÎMEN
 
*Şaredariya Seyhanê bernameya xwe ya 8’ê Adarê aşkera kir. Di çarçoveya bernameyê de ji bo bîranîna jinên hatine qetilkirin wê şitil bên çandin û qada ku şitil lê bên çandin jî wê bikin parka jinan. Cigira Şaredariya Seyhanê Funda Buyruk banga tevlîbûna 8’ê Adarê li hemû jinan kir. BI DÎMEN
 
*Midûrê Kent A.Ş yê Şaredariya Bajarê Mezin yê Mêrdînê ku qeyûm tayînî wê hatibû kirin, Ercan Uysaler  ji sûcê ku fuhuş li jinekê ferz kiriye 11 sal ceza lê hat birîn lê tevî ku 49 roj derbas bûye hîna nehatiye girtin. Platforma Jinan a Şahmamran ya Mêrdînê wiha got: “Em van polîtîkayên ku jinan tune dihesibîne û mêran diparêzin tu car qebûl nakin.”