'Tola jin û zarokên xwe bi mezinkirina xeta berxwedanê hilînin'

  • 17:01 27 Sibat 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Jinên Efînê yên ku beşdarî merasîma têkoşerên gundê Aqîbê bûne axivîn û hestên xwe wiha anîn ziman: "Em bi têkoşerên xwe serbilind in. Em tucaran xwîna wan li erdê nahêlînin û em ê tola jin û zarokên xwe bi mezinkirina xeta berxwedanê hilînin."
 
Dewleta tirk û hevkarên wê di 25'ê Sibatê de êrîşî gundê Aqîbê yê navçeya Şêrewa kir û di encamê de malbatek ji 3 kesan pêk dihat ji ber topbaranê mala wan hilweşiya û dayika bi navê Fatma Elî  ya 45 salî, Hesen Mihemed yê 55 salî û Sêroj Hesen ya 13 salî jiyana xwe ji dest dan. Îro şêniyên Şehba û Efrînê bi merasîmekê girseyî li goristana navçeya Fafîn a Şehbayê şehîdên xwe oxir kirin. Di merasîma oxirkirinê de wêneyên şehîdên komkujiya Til Rifetê û gundê Aqîbê û pankartên bi nivîsa "Tirkiye axa me talan dike, zarok û mezinên me dikuje û Rûsya jî bêdeng e" hatibû hildan. 
 
Merasîma oxirkirinê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Paşê Rêveberiya Meclîsa Kantona Efrînê Newroz Ehmed û Meclîsa navçeya Şêrewa Ehmed Silêman axivîn û êrîşên dewleta tirk şermezar kirin û gotin: "Dewleta tirk bi van êrîşan dixwaze Gelê Kurd qir bike, lê berxwedan û têkoşîna gelê me, wê xwesteka dewleta tirk vala derxe. Em soz didin pakrewanan, em ê berxwedana wan bidomînin."
 
Paşê nasnameya şehîdan hat xwendin û radestî malbatê hat kirin. Girêdayî êrîşên li ser gundê Aqîbê jinên Efrînê helwestên xwe anîn ziman. 
 
'Em li dijî şer in'
 
Eslîhan Elî êrîşên dewleta tirk şermezar kir û wiha pê de çû: "Em êrîşên dewleta tirk ên li ser gundê Aqîbê şermezar dikin. Ji ber êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê me berê xwe da Kantona Şehbayê, lê dewleta tirk li vir jî êrîşê me dike. Niha jî êrîşî gundê Aqîbê kir û komkujiyek din pêk anî.  Dewleta tirk li ber çavê dinyayê zarokê me dikuje û dinya jî li hember van komkujiyan bêdeng e. Em li dijî xwînê û şer in û em aşitî û aramiyê dixwazin. Em ê her li dijî êrîşên dagirkeran têkoşîna xwe mezintir bikin."
 
'Dewleta tirk sivîlan armanc digire'
 
Meriyem Dawud jî komkujiya gundê Aqîbê şermezar kir û wiha domand: "Hemû dinya piştgiriya dewleta tirk dike û dinya jî ji bo berjewendiyên xwe çavên xwe ji van komkujiyan re digirin. Dewleta tirk sivîlan armanc digire û bê ser û ber lê dide, em êrîşên dewleta tirk bi tundî şermezar dikin. Em bang li mafê mirovan dikin da ku li hember van komkujiyan bêdeng nemînin." 
 
'Tola jin û zarokên xwe bi mezinkirina xeta berxwedanê hilînin'
 
Zeyneb Xelîl û Xedîce Reşo jî wiha gotin: "Bila dewleta tirk a dagirker tu carî ji xwe bawer neke ku axa kurdan dagir bike. Efrîn dagir kir, lê di rastiyê de terorîsta herî mezin Erdogan û çeteyên wî ne. Em bi têkoşerên xwe serbilind in. Em tucaran xwîna wan li erdê nahêlin û em ê tola jin û zarokên xwe bi mezinkirina xeta berxwedanê hilînin."