Zarokê di erdhejê de jiyana xwe ji dest da hat definkirin
- 15:30 27 Sibat 2020
- Rojane
WAN - Cenazeyê zarokê 14 salî Emîrhan Acar ê li gundê Qiratî yê navçeya Elbakê di erdhejê de bi giranî birîndar bû û duh li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da spartin axê.
Ji ber erdheja bi pîleya 5.9 a di 23’yê Sibatê de li bajarê Xoy ê Rojhilat pêk hat, li gundê Qîratê yê navçeya Elbakê ya Wanê zarokê 14 salî Emîrhan Acar bi giranî birîndar bibû. Emîrhan ê li nexweşxanê dihat dermankirin duh jiyana xwe ji dest da.
Malbata Emîrhan Acar di saetên serê sibê de cenazeyê kurê xwe girtin û anîn li Goristina Gundê Qiratî defin kirin.