Buroya Hiqûqê ya Asrînê: Divê em demildest biçin Îmraliyê!

  • 14:11 27 Sibat 2020
  • Rojane
STENBOL - Buroya Hiqûqê ya Asrînê, têkildarî şewata li Girava Îmraliyê diyar kir ku divê ew tavilê biçin Îmraliyê.
 
Piştî ku derket holê li Girtîgeha Îmraliyê ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan lê girtî ye, şewat derketiye, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Buroyê diyar kir ku divê demildet biçin Îmraliyê. 
 
Daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Asrînê bi tevahî wiha ye:
 
"Di çapemeniyê de hate ragihandin ku 27'ê Sibata 2020'an li Girava Îmraliyê şewat derketiye. Ji ber ku serlêdanên me yên ji bo hevdîtinê ji 7'ê Tebaxa 2019'an û vir ve tên astengkirin, haya me ji muwekîlê me yê li Girava Îmraliyê nîne. Ji ber vê yekê li ser mijara şewatê agahiya me nîne û me ji çapemeniyê agahî wergirtine. Ji bo em rewşa tenduristiyê ya muwekîlê xwe hîn bibin û fikarên me ji holê rabin, me serî li Wezareta Edaletê û Serdozgeriya Komarêya Bûrsayê dan ku tavilê em karibin hevdîtinê bikin. Em pêvajoyê ji nêz ve dişopînin. Divê her kes bi rengekî cidî nêzî her nûçeyên têkildarî şert û mercên tecrîdê tên weşandin bibin. Divê em tavilê biçin Îmraliyê."
 
Piştî şewata li daristanê parêzer Îbrahîm Bîlmez, Raziye Tûrgût, Rezan Sarica û Mazlûm Dînç ji bo karibin Rêberê Gelê PKK'ê Abdullah Ocalan bibînin careke din serlêdan kirin.