Li dijî çalakiya jinan astengiya 'Vîrusa Korona'

  • 14:06 27 Sibat 2020
  • Rojane
EDENE - Jinên ku li Ceyhanê ji bo şahiya wê di 8'ê Adarê de li dar bixin serî li qeyemeqamtiyê dan, li gel ku bi awayekî fermî tê gotin vîrusa Koronayê nehatiye tepîtkirin jî bi hinceta vîrus heye hat astengkirin.
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de ji bo çalakiya wê li taxa Yersuatê ya Ceyhanê di 6'ê Adarê de bihgata lidarxistin serî li qeymeqamtiyê da. Qeyemqamtiyê bi hinceta vîrusa Koronayê heye serlêdan red kir.