TJA di çarçoveya 8'ê Adarê de bi jinên Bêgirê re hat gel hev
- 17:14 26 Sibat 2020
- Rojane
WAN - Hevşaredara Tuşbayê ya HDP'yî Ayşe Mînaz ku mazbataya wê nehat dayîn di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de bi jinên Bêgirê re hat gel hev û wiha got: "Divê di 8'ê Adarê de jin bên gel hev lli dijî tundiyê li ber xwe bidin û li dijî qirkirina jinan serî hildin."
Li navçeya Wanê BêgirêTevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya 8'ê Adar Roja Jinan a Cîhanê de bi jinan re hat gel hev. Li taxa Fatîhê Hevşaredara Tuşbayê ya ku mazbataya wê nehat dayîn Ayşe Mînaz û Hevşaredara Bêgirê Leyla Balkan bi jinan re civiyan.
'Têkoşîna jinê mezin dibe û berdewam dike'
Piştî vîdeoya ku têkoşîna jinan nîşan dide hat pêşandan Ayşe Mînaz axivî û ev tişt got: "Têkoşîna jinan li dijî civaka baviksalar roj bi roj mezin dibe. Divê em li dijî qetilkirina jinan û tecawizkirina wan divê em li hemû qadan dengê xwe bilind bikin. Ji ber vê divê em têkoşîna xwe bi hev re û bi rêxitin bikin."
Hevdîtin bi belavkirina şalên mor li jinan bi dawî bû.