TJA di çarçoveya 8'ê Adarê de bi jinên Bêgirê re hat gel hev 2020-02-26 17:14:45   WAN - Hevşaredara Tuşbayê ya HDP'yî Ayşe Mînaz  ku mazbataya wê nehat dayîn di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de bi jinên Bêgirê re hat gel hev û wiha got: "Divê di 8'ê Adarê de jin bên gel hev lli dijî tundiyê li ber xwe bidin û li dijî qirkirina jinan serî hildin."   Li navçeya Wanê  BêgirêTevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya 8'ê Adar Roja Jinan a Cîhanê de bi jinan re hat  gel hev. Li taxa Fatîhê Hevşaredara Tuşbayê ya ku mazbataya wê nehat dayîn Ayşe Mînaz û Hevşaredara Bêgirê Leyla Balkan bi jinan re civiyan.     'Têkoşîna jinê mezin dibe û berdewam dike'   Piştî vîdeoya ku têkoşîna jinan nîşan dide hat pêşandan Ayşe Mînaz axivî û ev tişt got: "Têkoşîna jinan li dijî civaka baviksalar roj bi roj mezin dibe. Divê em li dijî qetilkirina jinan û tecawizkirina wan divê em li hemû qadan dengê xwe bilind bikin. Ji ber vê divê em têkoşîna xwe bi hev re û bi rêxitin bikin."   Hevdîtin bi belavkirina şalên mor li jinan bi dawî bû.