Li Bedlîsê qeza pêk hat: 3 kesî jiyana xwe ji dest dan

  • 11:02 18 Sibat 2020
  • Rojane
BEDLÎS - Li Navçeya Tetwanê ya Bedlîsê qezaya trafîkê pêk hat û 3 kesî jiyana xwe ji dest da. 
 
Li ser rêya Tetwan-Wanê TIR û komyonet li hev qewimîn û qeza pêk hat. Ahmet, Sahîla, Radîfe Eser ên heman malbatê yên di komyonetê de jiyana xwe ji dest dan. Mehmet û Bahattin Eser jî birîndar bûn. 
 
Ekîbên tenduristiyê kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê ya Bedlîsê.