Kesên çûn alîkariya birîndaran hatin bombebarankirin

  • 15:18 26 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Welatiyên xwestin di êrişa ser navenda Hêzên Ewlekariya Hûndirîn ya Amûdê de destwerdana yekem li birîndaran bikin hatin bombebarankirin.
 
Îro saet 13:50’an de navenda Hêzên Ewlekariya Hûndirîn Amûdê û Saziya Minhacan ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê balafira keşfê ya biçek a dewleta Tirk ve hate bombebarankirin.
 
Di encama êrişê de endamên hêzên ewlekariyê û welatî birîndar bûn.
 
Ajansa ANHA’yê ragihand ku gelê Amûdê dema xwestin birîndaran xilas bikin û destwerdana lezgîn bikin ji aliyê balafira keşfê ya biçek a dewleta Tirk ve hatin bombebarankirin.
 
Li gorî agahiyên hatine belavkirin gelek birîndar hene.
 
Birîndar yekser rakirin nexweşxaneya bajarê Amûdê û Qamişlo.