Li Bedlîsê qeza pêk hat: 3 kesî jiyana xwe ji dest dan 2020-02-18 11:02:41   BEDLÎS - Li Navçeya Tetwanê ya Bedlîsê qezaya trafîkê pêk hat û 3 kesî jiyana xwe ji dest da.    Li ser rêya Tetwan-Wanê TIR û komyonet li hev qewimîn û qeza pêk hat. Ahmet, Sahîla, Radîfe Eser ên heman malbatê yên di komyonetê de jiyana xwe ji dest dan. Mehmet û Bahattin Eser jî birîndar bûn.    Ekîbên tenduristiyê kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê ya Bedlîsê.