Li Nisêbînê 5 kes hatin binçavkirin
- 11:00 9 Çile 2020
- Rojane
MÊRDÎN - Leşkeran bi ser gundê Marînê yê bi ser Nisêbînê ve girt û piştî lêgerîna li malan 5 kes binçav kirin.
Li gundê Marînê yê bi ser navçeya Nisêbîna Mêrdînê ve serê sibê gelek leşkeran bi maşîneyên zirxî bi ser gund de girtin, lêgerîn pêk anîn û kelûpelên malan serûbin kirin.
Leşkeran piştî lêgerînê keyayê gund Haşo Dînç û welatiyên gund Mahmût Başak, Suleyman Genç, Mehmet Başak û Diljîn Dînç binçav kirin.
Sedema binçavkirina welatiyan nehat zanîn û welatiyên hatin binçavkirin birin Fermandariya Cendîrmeyan.